19'ê Kanûna 2015'an: Taybet Înan hat qetilkirin

  • 09:04 19 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Taybet Înan a ku bi navê Dayika Taybet di hafizaya mirovan de cihê xwe girt di 19'ê Kanûna 2015'an de ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1848: Nivîskar û Helbestkar Emily Jane Brontë ya bi romana xwe ya bi navê “Girên bi Gumîn (Wuthering Heights)” berhemeke girîng ji wêjeya Îngilizî re hişt, di 19'ê Kanûna 1848'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1919: Karkera metal, sendîkavan, nivîskar a bi navê Pepita Carpena dihat naskirin, Josefa Carpena-Amat, di 19'ê Kanûna 1919'an de li Barselonayê ji dayik bû.  
 
1978: Di 19-25 Kanûna 1978'an Komkujiya Gurgum (Mereş) de li gor hejmarên fermî 111 mirovî jiyana xwe ji dest dan. 
 
2000: Di 19-22'yê Kanûna 2000'î de li dijî Girtîgehên Tîpa F'yê grevên birçîbûnê dest pê kiribûn. Di bin navê "Vegera Jiyanê" de li girtîgehên ku çalakiyên greva birçîbûnê lê hatibû destpêkirin komkujî pêk hat û 30 girtiyî jiyana xwe ji dest dan. 
  
2018: HDP û DBP'ê û rêxistinên cuda yên demokratîk ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re û ji bo binpêkirina mafên li girtîgehan bên lêkolînkirin avakirina Însiyatîfa Piştevaniya bi Zindanan a Marmarayê deklere kirin.