14'ê Kanûna 2015'an: Li Cizîrê qedexeya derketina derve dest pê kir

  • 09:07 14 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser, li Cizîrê ji hêla walitiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin. 
 
1908: Helbestvan, nivîskar, siyasetmedar û femînist a misirî Doria Shafik, li Tantayê hat dinê. 
 
2018: Rojnameya The Times a Îngilistanê di çarçoveya mafên mirovan û têkoşîna mafên mirovan de parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr wekî parêzera hefteyê bijart. 
 
2019: Lîstîkvana şano, rêzefîlm û sînemayê Hale Akinli di fîlma “Rê" û “Bila li Bafirokê” de lîstîbû, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Bi hezaran jin li Varşovaya Polonyayê daketin qadan û qanûna qedexeya kurtajê protesto kirin.