8'ê Kanûna 1949'an: 'Rapêrîna Jinê ya Abeokuta' dest pê kir

  • 09:43 8 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Di 1949'an de li Nîjeryaya di bin mêtingeriya Îngilizan de bû Yekîtiya Jinên Abeokuta (AWU) yên ku li dijî şerdên baca zayendperest û mêtinger derdiketin bi ji 10 hezarî zêdetir jinî re li pêş qesrê qampa çalakiyê ava kirin. Serîhildina wekî  'Rapêrîna Jinê ya Abeokuta' di dîrokê de cihê xwe girt bû sedema bidestxistina destkeftiyên girîng.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1864: Camille Claudel, li Aisneda Fransayê îro ji dayik bû. Camille ya ku di temenekî biçûk de dest bi çêkirina peykeran kir bi hinek hevalên xwe re atolyeyekê ava dikin û li wir ji Peykersazê navdar ê wê serdemê Rodin dersê digirin. Camilleya ku bi Rodin re têkiliyeke hestiyarî ava dike ji bo bi awayekî azad bixebite dev ji Rodin berdide. Hestên xwe yên êş, evîn, neçarî, merhametê bi wêneyên xwe dide der. Piştî ku bavê Camille jiyana xwe ji dest dide şûnde malbata wê, wê dişînin nexweşxaneya derûniyê û piştre qet lê nagerin. Camilla 29 salî di nexweşxaneyê de dimîne û tenê birayê wê çend caran diçe serdana wê. Camillaya di 19'ê cotmeha 1943'yan de jiyana xwe ji dest dide. 
 
1919: Matematîkzan Julia Robînson a Amerî hat dinê. Bû seroka Komeleya Matematîkê ya Amerîkayê. Cara yekem jinek serokatiya komeleyê kir. Her wiha di Akademiya Zanyarî ya Netewî de jî cih girt. 
 
1963: Li Komara Kongoyê jinan mafê hilbijartinê bi dest xistin.  
 
1972: Martha Mebrahtu û 6 hevalên wê ji ber ku balafirek revandin ji hêla hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Etiyopyayê ve hatin qetilkirin. Martha, piştî ku parêzvana mafên mirovan a Amerîkî Angela Davis nas kir li welatê xwe li dijî dîktator Hailie Selasiye dest bi têkoşînê kir. Peşiya mirina xwe nameyek nivîsand û ev namê wekî "Manîfestoya Martha" hat binavkirin. 
 
2004: Nivîskara Femînist Nevval Saadavi ji bo serokatiya Misirê namzetiya xwe aşkera kir. Piştî serxwebûna Misirê cara yekem jinek ji bo serokatiyê namzetiya xwe danî. Femînis Nevva ji ber pirtûkên xwe hat girtin û piştre jî ji hêla misilmanên radikal ve hedef hat nîşandan. Nevval neçar ma ku welatê xwe terk bike. Di sala 1996'an de vegeriya welatê xwe. 
 
2016: Rêxistina Afê ya Navneteweyî girtiya siyasî ya Zeyneb Celaliyan a ji aliyê Rejîma Îranê ve tê girtin wekî "Girtiya siyasî ya salê" hilbijart. Zeynebê di 2007'an de li Kirmanşahê ji aliyê Rejîma Îranê ve hat girtin. Di 2009'an de bi sûcê "Di nava çalakiyên li dijî xwedê û pêxember de cih girtiye" sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê di nava çend deqeyan de biryar da û cezayê îdamê li Zeynebê hat birîn. Daxwaza Zeynebê ya dawî ya ji bo dîtina dê û bavê wê nehat bicihanînin. Ji ber li hemû cîhanê bertekên mezin li dijî vê biryarê hat nîşandan cezayê Zeynebê ji îdamê veguhertin muebbetê.