6'ê Kanûna 1989'an: Li Montrealê 14 jinî jiyana xwe ji dest dan

  • 09:05 6 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di Komkujiya Montrealê de ya li Qanadayê Marc Lépine 14 jin qetil kir. Marc Lépine yê nameya "Ez ji femînîstan hez nakim" asta hovîtiya herî bilind a tundî û dijminatiya li dijî jinê derxist pêş. Tevî 29 sal jî ji ser vê bûyerê derbas bûye dîsa jî mijara tundiya têkildarî zayenda civakê dibe jêderka gumanê.  
 
Di 6'ê Kanûna 1989'an de ango rojek berî betlaneya Noelê mêrekî bi navê Marc Lépine bi çekekê ket Beşa Endezyariyê ya Zanîngeha 'École Polytechnique de Montréal' ya li Paytexta Montreal a Eyaleta Quebeca Kanadayê. Di destpêkê de Maryse Laganiere li korîdorê dikuje û piştre dikeve pola hejmara wê 303 û 10 jin û 48 xwendekarên mêr tê de bûn. Derb bera tawanê da û got:"Ez jinan dixwazim. Ez ji femînîstan hez nakim!" Marc jinan ji mêran vediqetîne û dadikeve qatê ewil û du jinên bi navê Anne-Marie Edward qetil dike. Marcê 14 jinî dikuje herî dawî derbê bera xwe jî dide û xwe jî dikuje. 
 
Dijminatiya zihniyeta baviksalarî 
 
Marchê ku bû sedema kuştina 14 jinî bavê wî tundî li wî dikir. Dihat gotin March ji tenêtiyê jî hez dikir. Nameya March a ku dihat veşartin ji aliyê Rojnameger Francine Pelletier ve di Rojnameya  La Presse hat weşandin. Di nameyê de navê 19 jinên ku difikirî ew femînist in jî rêz kiribû. Komkujiya ji aliyê Marc pêk hat dijminatiya zihniyeta baviksalarî radixîne pêş çavan. Komkujiya ku pêk hat hemû Qanadayî xemgîn kir û bi hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyên kesên hatin qetilkirin bûn.
 
Di navbera 25 û 6'ê Kanûnê de qurdeleyên spî bi xwe vedikin
 
6'ê Kanûna 1991'an ji bo Qenadayîyan bû 'Roja Têkoşîn û Bîranîna Neteweyî ya Têkildarî Tundiya li ser Jinê'. Qenadayî di navbera 25 û 6'ê Kanûnê de qurdeleyên spî bi xwe vedikin.
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1878: Siyasetmedar, sosyalîst, aktivîsta femînîst Elvia Carrillo Puerto, îro ji dayik bû. 
 
1884: Nivîskara Emerîqayî Cornelia Lynde Meigs îro ji dayik bû. Cornelia di heman demê de wekî rexnegireke wêjeya zarokan jî tê zanîn. 
 
1904: Rojnameger û piyanîsta Firansiz û Emerîqayî Ève Denise Curie Labouisse, îro ji dayik bû.