5'ê Kanuna 1935: Jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist

  • 09:05 5 Kanûn 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên Tirkiyeyî mafên bijartin û hilbijartinê bi dest xistin. Jinan di hilbijartina ku di 1935'an de hat kirin 18 jin şandin meclisê. Li gel ku li Tirkiyeyê di ser bidestxistina mafê bijartin û hilbijartinê re 87 sal derbasbûne jî hîna gelek siyasetmedarên kurd di girtîgehan de ne.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Dîlan Kortak a ku li Alsancaka Stebolê hat qetilkirin, ji aliyê gelek jinan ve hat definkirin. 
 
2017: Li Swîsreyê gelek jin di çarçoveya kampanyaya  "#MeToo" de bûn yek û li dijî êrîşa zayendî û destdirêjiyê çalakî pêk anîn.
 
2017: "Pêşangeha Şermê " ku fezlekeyên derbarê HDP'yiyan ên li meclisê mijara wê bûn hat vekirin. 
 
2018: Leyla Guven di 28'emîn çalakiya xwe ya greva birçîbûnê de ji bo 15'emîn Konferansa Kurd li Parlamentoya Ewropayê hat kirin peyameke nivîskî şand.  Leya di peyama xwe de bang li herkesî kir ku li dijî tecrîdê xwedî helwest bin.
 
2018: Li bajarê Hindistan Bangloreyê di Komxebata Navneteweyî ku ku hat kirin de, prespektîfa azadiya jinê hat niqaşkirin.
 
2019: Li Kampa Holê ya li Hesekê jineke ku dihat gotin Pakistanî ye a 50 salî Fatma Abdulellah, bi hinceta ku li gorî rêbazên DAÎŞ'ê tevngeriya hat recimkirin.