30'yê Mijdara 2015'an: Komuna Jinê ya Ekîn Wan hat avakirin

  • 09:06 30 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Jinên Kurd ên li Swisrêyê Di 30'yê Mijdara 2015'an de Komuna Jinê ya Ekîn Wan ava kirin.
 
Jinên kurd ên li Kantona Chur ku xebatên xwe demekê bi komîsyonekê dan meşandin, piştî civîna xwe ya dawîn Komuna Ekîn Wan a Jinê ava kirin.
 
Hinek bûyerên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1919: Li Fransayê jinan cara yekê deng bi kar anîn.
 
1988: Li dijî kincê yektîp ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û li 5 girtîgehan piştî lihevkirinê grevên birçîbûnê bi dawî bû. 
 
1999: Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHM), têkildarî cezayê îdama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biryara îhtiyadî tedbîr girt. Dadgehê xwest ku heta darizandina Strasburgê bi encam bibe înfaz bê taloqkirin. 
 
2015: Konferansa Meclîsa Asta Bilind a Xebatên Jinan li Hewlêrê dest pê kir. Di konferansê de têkildarî tundiya li ser jinê nîqaş hatin meşandin û perspektîfên çareseriyê hatin pêşxistin.  
 
2016: Qeyûmê tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin Navenda Şêwirmendiyê ya Jinê ya Amîdayê girt. 
 
2017: Pirtûka Helbestkara Ermenî Zabel Yaseyan "Sbasman srahin meç" (Li odeya sekinandinê) bi salan şûnde cara ewil bi ermenî hat weşandin. 
 
2019: Şaredariya Qelqeliya Wanê bi beşdariya gelek jinan Mala Çandê ya Jinê ya Çilkeziyê vekir. 
 
2019: Rojnameger û aktivîsta Kurd Firişte Çiraxi, bi operasyona istixbarata Îranê hat binçavkirin û girtin.