28'ê Mijdara 1893'yan: Yekem car jinan deng bi kar anîn

  • 09:04 28 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinan di hilbijartinên giştî yên Zelandaya Nû de cara yekem dengên xwe bi kar anîn. Ev yek di dîrokê de bû hilbijartina neteweyî ya yekem a jinan deng bi kar anîn. 
  
Hinek bûyerên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
2015: Kongreya Jinên Azad (KJA) banga xwedîderketina cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê li ber Minareya Çarling a Amedê hat qetilkirin, kir. 
 
2017: Komeleya Têkoşîna li dijî Tundiya Zayendî, Filmmor, Weqfa Piştevaniya Jinê, Jinên ji Kaos GL'yê, rojnamegerên femînîst û sînemavan hatin gel hevdu û dîzîyên di televizyonan de tên weşandin nirxandin. Jinan piştî lêkolîn û nirxandinê "diziyên televizyonê yên ji malê dûr" diyar kirin.  
 
2017: Li Swêdê ji partiyên cuda hezar û 300 jinî li dijî êrişên zayendî yên mêrên siyasetmedar bi etiketa #Metoo 'li koridorên îktidarê' kampanya dan destpêkirin. 
 
2019: Jinên Şiliyî di 28'ê Mijdara 2019'an de li ber Wezareta Wekheviya Zayenda Civakî û Mafên Jinan êrişên zayendî şermezar kirin. Jinan di dema reqsa xwe li dijî êrişa zayendî de gotin "Şaşitî ne ya min e, ne ya ez li ku me û ne ya min çi li xwe kiriye. Tu tecawizkar î! Polîs, dadmend, serokwezîr'." Çalakiyên li Şiliyê li dijî zamên metro û wesayetan dest pê kirin li tevahî welêt belav bû û ev çalakîna di demeke kurt de veguherîbûn şermezarkirinên li dijî hukumetê. Hunermenda Pandomimê Daniel Carrasco ya ku bi cilên qirdik ên li xwe kiribû bûbû remza çalakiyan dema hat binçavkirin bi êriş û îşkenceya zayendî rû bi rû hatibû hiştin û hatibû qetilkirin.