27'ê Mijdara 2004: Konferansa Jinên li Malan Dixebitin hat lidarxistin

  • 09:04 27 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Konferansa 1'emîn a Jinên li Malan Dixebitin hat lidarxistin. Jinên ji bo keda jinê xuya bike hatin gel hevdu di 27'ê Mijdara 2004'an de cara ewil konferans li dar xistin. 
 
Hin bûyerên girîng di dîrokê de ku îro pêk hatine wiha ne:
 
2004: Konferansa 1'emîn a Jinên li Malan Dixebitin hat lidarxistin.
  
2015: Di pêşengiya hevkarên KJA'yê yên Wanê de jinan, bi minasebeta 37'emîn salvegera damezrandian PKK'ê û 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê re, ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji jinên li girtîgehan re name şandin.
 
2020: Xelata Mafên Mirovan a 2020'î ya Yekitiya Konseya Baroyan, ji Ebru Tîmtîk a ku di greva birçîbûnê ya ji bo darizandina adîl de jiyana xwe ji dest da re hat dayîn.