26'ê Mijdara 2015'an: Kovara Jinên Azad hat weşandin

  • 09:06 26 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Piştî sîteya înternetê Kongreya Jinên Azad (KJA) kovara xwe ya 1'emîn a bi navê 'Kovara Jinên Azad' da weşandin.
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1883: Sojourner Truth a li dijî koletiyê derdiket û parêzvana mafê bikaranîna deng a jinê û kurtajê jiyana xwe ji dest da. 
 
2011: Piştî erdheja ku di 23'yê Cotmeha 2011'an de li Wanê pêk hat Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) bi hin rêxistinên jinan û jinên feminîst ên xweser re hat gel hev û ji bo ku piştgiriyê bidin jinên ji ber erdhejê mexdûr bûne Piştevaniya Mor ava kir.  
 
2015: Kongreya Jinên Azad (KJA) piştî 1'emîn Kongreya xwe ku pêk anî sîteyek li ser înternetê ava kir û piştî wê jî Kovara Jinên Azad da weşandin.
 
2015:Şaredariya Mezin a Enqereyê ji bo pêkanîna zayendperest a di dema xwendina qertên bi aqil ên di bin sîwana EGO'yê de bê rakirin dest bi kampanyaya îmzeyê kir.  
 
2019: Kongreya Star, li rojhilatê Kobanê li gundê Mînazê Navenda Jinê ya bi navê Şehît Peyman vekir