25'ê Mijdara 1960'î: Xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin

  • 09:07 25 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji Tevgera Veguhertina Civakî ku li dijî dîktatoriya Trujîllo ya Domînîkê bi rê ve dibir têdikoşiya Xwişkên Mîrabal di 25'ê Mijdara 1960'î de ji aliyê alîgirên dîktatoriyê ve tecawizî wan hat kirin û hatin qetilkirin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro dî dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1960: Ji Tevgera Veguhertina Civakî ku li dijî dîktatoriya Trujîllo ya Domînîkê bi rê ve dibir têdikoşiya Xwişkên Mîralal di 25'ê Mijdara 1960'î de ji aliyê alîgirên dîktatoriyê ve tecawizî wan hat kirin û hatin qetilkirin. Di sala 1981'ê de li ser pêşniyara li feminîstên Emerîqaya Latîn û Karayîpê li paytexta Kolombiya Bogotayê 25'ê Mijdarê wekî roja dawî ya tundiyê hat îlankirin.  
 
1990: Neteweyên Yekbûyî (NY) 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî îlan kir.  
 
2017: Navê Gulsevin Buket Degirmenci ya li Avcilara Stenbolê ji aliyê mêrê nasnameya wî ne diyar ve berê êrişa zayendî lê hat kirin û piştre hat kuştin, li navenda jinê hat kirin. 
 
2017: Endamên Sendîkaya Kar a Metal Birleşik a DÎSK'ê ya Îzmîrê li dijî tundiya li ser jinê li hemberî Îskeleya Karşiyakayê standa îmzeyê vekir. 
 
2018: Li bajarê Dirbêsiyê ku girêdayî Kantona Hesekê ye jinên ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin 1'emîn Gundê Jinan Jinwar vekirin. 
 
2020: Meclîsa Îskoçyayê pêşnûmeya qanûnê ya ji bo alavên reglê belaş bê dayin erê kir.