24'ê Mijdara 2019: Xelata wêrekiyê dan Jinnewsê

  • 10:21 24 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ajansa me hêjayî Xelata Rojnameger Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku ji aliyê El Kaîdeyê ve hat qetilkirin hat dîtin. Xelat li ser navê ajansê di 24'ê Mijdara 2019'an de ji aliyê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş ve hat girtin.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di vê rojê de qewimîne wiha ne:
 
1961: Nivîskara Hîndu, Suzanna  Arundhatî Roy a bi dijberiya xwe ya li dijî şer tê naskirin ji dayik bû.
 
1976: Li Wanê erdheja bi pileya 7.5 ku navenda wê navçeya Bêgirê bû pêk hat û di encamê de 3 hezar û 840 kesî jiyana xwe ji dest da.
 
2017: Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Yekîneyên Jinên Ciwan ên girêdayî Yeknîneyên Parastina Jinê, navenda xwe ya nû vekirin.
 
2019: Li Navçeya Sûrê ya Amedê Komeleya Zarok li Her Derê ne hat vekirin. 
 
2019: Li Şîliyê di 23'yê hinermenda kolanan Danîela Carrasco, hat îşkencekirin, tecawizkirin û hat qetilkirin. 
 
2019: Ajansa me Jin News hêjayî Xelata Rojnameger Marîa Grazîa Cutulî ya Afganistanî ku ji aliyê El Kaîdeyê ve hat qetilkirin hat dîtin. Xelat li ser navê ajansê di 24'ê Mijdara 2019'an de bi merasîma ku Grava Sîcîlyayê ya Îtalyayê pêk hat ji aliyê Mudura me ya Karên Nivîsê Safiye Alagaş ve hat girtin.