23'yê Mijdara 2012'an: Li dijî tundiya mêr kampanyaya 'Bi kurdaleya spî'

  • 09:09 23 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Feminîstan kampanyaya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya li dijî tundiya mêr bi "Kurdaleya spî" şermezar kirin.
 
Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de wiha ne:
 
1909: Ji 20 hezarî zêdetir jinên koçber ku bi zimanê Yahudî diaxivîn, li New Yorkê dest bi greva giştî kirin.
 
2012: L i Tirkiyeyê feminîstan kampanyaya Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ya li dijî tundiya mêr bi "Kurdaleya spî" şermezar kirin.
 
2015: Navenda Jinê ya Zozan Eren di bin banê şaredariya Pasûrê de hat vekirin.
 
2016: Polîsan li avahiya saziya jinan a SELÎS'ê ya ku bi KHK'ê hatibû girtin lêgerîn kirin. 
 
2016: Jinên li Antalyayê yên karên kuafortuyê dikirin bi projeya Meqesa Xemrî li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de dest bi kampanyayê kirin û gotin: "Zarok nikarin bibin bûk, em por çênakin."
 
2020: Ji bo jinên ji gundan tên bajêr bêhna xwe vedin ji aliyê Muduriyeta Jinê ya Şaredariya Panosê ya HDP'ê Navenda Bêhnvedanê ya Jinê hat vekirin. 
 
2020: Li gor rapora "Jin û Hiqûqa Civakî" ya têkildarî çalakiyên Las Tesisê yên li tevahiya Tirkiyeyê derbarê 24 jinên li Îzmîrê û 26 jinên li Enqereyê lêpirsîn hat destpêkirin.