20'ê Mijdara 2016'an: TJA hat avakirin

  • 11:55 20 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 20'ê mijdara 2016’an de jinên kurd avakirina Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kir û da zanîn ku dê têkoşîna xwe di bin banê TJA'yê de bidomînin. Jinên kurd li hola Konferansa Vedat Aydin a li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn û "Hevdîtina jinan" li dar xistin. Ji roja ku hatî îlan kirin heta îro aktîvîstên TJA'yê ligel zext û zordariyan têkoşîna xwe mezin kirin. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye. 
 
1959: Yekitiya Neteweyî (NY) Deklarasyona Mafên Zarokan weşand. 
 
1970: Femînistan di 20'ê mijdara 1970'an de Pêşbirka Xweşikiyê ya Cîhanê Şa Albertt Hall a Îngilistanê protesto kirin. Koma ku çalakiya protestoyê li dar xistin ketin salona pêşbirkê. Piştî çalakiyê li Londonê gelek jin tevlî tevgera femînistan bû. 
 
1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.
 
1989: Di 20'ê mijdara 1989'an de ji bo parastina mafên zarokan a li hemberî şer û xizaniyê Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî "Peymana Mafên Zarokan" îmze kir. Ji vê rojê heta îro 20'ê mijdarê wek Roja Mafê Zarokên Cîhanê tê pêşwazîkirin. 
 
1989: Di çarçoveya kampanyaya "Beden a min e, ji destdirêjiyê re na" li kolana Bilsaka Stenbolê panelek li dar xistin û piştre nêzî 40 jin berê xwe dan Beyogluya Stenbolê çalakiya derziya bi mor li dar xistin. 
 
1998: Di 12'ye mijdarê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat balafirgeha Romayê. Îtalya îro destûra mayîna Ocalan da. 
 
2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir. 
 
2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.
 
2016: Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) 3 jin û 5 zarokên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de dîl dihatin girtin, rizgar kirin. YJŞ, di çarçoveya hemleya xwe ya bi sernavê "Tolhildana Jinên Êzidî" bi operasyona ku da destpêkirin 3 jin û 5 zarok ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin. 
  
2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû. 
 
2017: Cecilia Bartoli tevlî Koma Sistine Şapeliyê bû li Qesra Apostolîk a Vatîkanê bû û piştî 500 sal şûnde cara yekem jinek tevlî komê bû. 
 
2017: Ji Dayikên Plaza De Mayo Marta Vasguez di 90 salî ya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
  
2018: Stêrk TV, Medya Haber TV,  Aryen TV, Çira TV, Ronahî TV û JIN TV ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê saet di 17.00’an de wêşana xwe rawestandin û ekranên xwe tarî kirin.  
 
2018: Kedkarên jin ên çapemeniyê li Belçîkayê konferansek li dar xistin û Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.