4'ê Mijdara 2016'an: Darbeya siyasî pêk hat

  • 10:11 4 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
5 sal beriya niha li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarên kurd "darbeyek siyasî" pêk hat. Di encama "darbeya siyasî" de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di nav de 9 siyasetmedar hatin girtin. 
 
Di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî heyî gelek siyasetmedar di encama "darbeya siyasî" de hatin binçavkirin. Fîgen a ku deriyê mala wê hat şikandin û hat binçavkirin ji bin çavan ev peyam şand, " Em ê berxwedana xwe bidomînin." Di destpa vê darbeya ku pêk hat de Hevserokên HDP'ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Îdrîs Baluken, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de derketine pêş wiha ne: 
 
2015: Di encama hilbijartina federal a 19'ê cotmehê ya li Kanadayê de cara yekem jinek Misilman bû wezîr. Meryem Mansef bi eslê xwe afgan e û wekî Wezîra Dewletê ya Berpirsiyariya Saziyên Demokratîk hat wezîfedarkirin. 15 jin û 15 mêr di kabîneyê de cih girtin. 
 
2015: Ji sala 1996'an ve li Îngilistanê xelata Romanûsa Jinan a Baileysê tê dayîn. Di sala 2007'an de xelat dan nivîskara Nîjeryayî Chimamanda Ngozi Adichie. Chimamanda bi romanûsa "Welatê ku roj bilind dibe" xelata nivîskariya herî baş girt. 
 
2016: Li hemberî HDP û siyasetmedarên kurd "darbeyek siyasî" pêk hat. Di encama "darbeya siyasî" de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di nav de 9 siyasetmedar hatin girtin. Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Leyla Bîrlîk, Îdrîs Balûken, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin. 
 
2017: Lijneya Herêma Parastina Cihên Dîrokî ya Rihayê bi hinceta cihek dîrokî ye biryara hilweşandina Mala Şînê ya Sancaka Birêcikê girt. Bi hewldan û çalakiya jinên taxê hilweşandin hat rawestandin. 
 
2017: Endamên Dayikên Aştiyê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 2'yê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Gireva dayikan îro hat bi dawîkirin. 
 
2020: Di çarçoveya Kampanya "Em xwe diparêzin de" aktîvîsta TJA'yê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi jinên HDP'yî re li Agiriyê hat gel hev .Jinên ku hatin gel hev li serdana Qesera Îshak Paşa û taxên navçeya Bazîdê kirin.
 
2020: Çalakiyên jinan ên li hemberî qedexeya kurtajê encam dan.