2'yê Mijdara 1989: Jinên feminîst çalakiya derziya mor li dar xistin

  • 10:20 2 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên Feminîst ku li dijî destdirêjiyê kampanya bi dirûşma, "Bedena me ya me ye ji destdirêjiyê re na" dan destpêkirin, 2'yê Mijdara 1989'an de derziyên mor belav kirin.
 
Jinan li dijî destdirêjiyê, derziyên mor ku sembola têkoşîna li dijî destdirêjiyê bûn li kosterên Kadikoy -Karakoyê yên Stenbolê belav kirin.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2015: Li Kîel a Elmanyayê jin li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk civiyan 30 komînên jinan hatin avakirin. 
 
1786:Anne Knight ku di dîrok têkoşîna jinan de cihek girîng digire îro hat dinê. Anne li hemberî koletiyê her tim di nava têkoşînê de bû. Nehiştin parêzvana mafên mirovan Anne tevlî Peymana Têkoşîna li Dijî Koletiya Cîhanê bibe. Anne piştî astengiyê dest bi têkoşîna mafên jinan kir. Di sala 1847'an de ji bo mafê dengdayînê ya jinan cara yekem broşûrek derxist. Di sala 1851'an de jî bi jinên Îngilizan re ji bo mafê dengdayînê ya jinan Rêxistina Siyasî ya Jinan Sheffieldê ava kirin. Anne, di 4'ê cotmeha 1862’an de jiyana xwe ji dest da.