1'ê Mijdara 2014'an: Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin

  • 10:23 1 Mijdar 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Kobanê ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt. Yekane bajarê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êriş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû, li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.  
 
1841: Jina Alman a perwerdekar, parêstvana tevgera bazkê radîkal, rojnameger û pedegok Mînna Casuer, hat dinê. Mîna ya heta dawiya jiyana xwe ji bo mafên jinan ê wêşangerî, perwerde û tevlibûna jinan a dengdayînê têkoşîn da îro 177 salî ye. 
 
1961: Li DYA'yê 50 hezar jin ji bo aştiyê ketin grevê. Tevgera Womens Strîke for Peace / Jin ji bo Aştiyê di Grevê de ne (WSP) ku di sala 1960'î de hat damezrandin û xwest peymana ceribandina çekên nukleer  ya  sala 1963'yan di navbera DYA û Yekitiya Soveyetê de asteng bike hat damezrandin. WSP'ê dixwest ku hikûmet ceribandina cekên atomê qedexe bike, ji bo çekkirinê gavên şênber bên avêtin û ne ji şer re ji aştiyê re butçe bê veqetandin. Di 1'ê Midara 1961'ê de jî WSP li dijî ceribandina çekên nukleer bang li jinên DYA'yê kir ku dest ji kar berdin û bikevin grevê. Di roja grevê de jî 50 hezar jin ketin revê û 800 jinan jî li Qesera Spî çavderiya grevê kir.
 
2015: HDP'ê cara duduyan di hilbijartinên giştî de bendava hilbijartinê derbas kir û 23 jin wek parlamenter bir meclisê. Navê parlamenteran wiha ye; Edene: Meral Daniş Beştaş, Agirî: Leyla Zana, Dîrayet Taşdemîr, Êlih: Ayşe Acar Başaran, Saadet Becereklî, Bedlis: Mizgîn Irgat, Amed: Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Çaglar Demîrel, Sîbel Yîgîtalp, Colemêrg: Selma Irmak, Stenbol Huda Kaya, Fîlîz Kerestecioglu, Pervîn Buldan, Mûş: Burcu Çelîk Ozkan, Sêrt: HDP: Besîme Konca, Riha: Dîlek Ocalan,Şirnak: Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, Mêrdîn: Gulser Yildirim,Van: Fîgen Yuksekdag, Tugba Hezer Ozturk, Bedîa Ozgokçe Ertan.
 
2016: Di hilbijartina 7'ê hezîranê ya giştî de bi tevahî 98 jin wek parlamenter hatin bijartin, lê di hilbijartina 1'ê cotmehê de hejmara parlamenterên jin bû 77. 
 
2017: Dîroknasa huneriyê û femînist Linda Nochlin bi nêzikatiya xwe ya "Çima hunermendên jin ên navdar nîne?" bal kişand ser rola zayenda civakî. Linda di 86 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
2019: Kovara Le Point, Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef wek "Mîlîtana aştiyê ya kurd" da nasîn.