28'ê Cotmeha 2010'an: 1'emîn Konferansa Jinan a BDP’ê pêk hat

  • 09:36 28 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
1'emîn Konferansa Jinan a Partiya Demorasî û Aştiyê (BDP) li Êlihê bi tevlîbûna 300 jinan pêk hat. 
 
1856: Rêvebera Yekitiya Neteweyî ya ji bo bikaranîna mafên deng dayîna jinan û endama Yekitiya Parazvanên Dildar a Jinan peykersaz Carolîna Marîa Benedicks-Bruceya ji Swedeyî hat dinê. 
 
1879: Rêbera karkeran femînist Luîsa Capetîllo, Porta Rika Arecibo ji ber ku di qada gelemperî de şal li xwekiribûn hatibû girtin îro hat dinê. Ji bo azadiya mirovan û mafên jinan her tim di nava têkoşînê de bû û rêbertiyê jî dikir.
 
1919: 1’mîn Kongreya ICWW ya Navneteweyî ya Jinên Xebatkar li Washingtonê kombûn. Kongre bi bangewaziya Yekitiya Sendîkayên Jinan a Neteweya Amerîkayê pêk hat û 28 delege tevlî kongreyê bû. Lê 200 zêdetir jin tevlî pêvajoya biryargirtinê bûn. 
 
1949: Ji hêla nivîskara femînist û felsefevan Sîmone de Beauvoir li ser referansa teoriya femînist dixebitî. Xebatên xwe kir pirtûk û pirtûk bi navê "Zayenda Duyem" hat çapkirin. Sîmone de Beauvoir di xebata xwe de banga têkoşînê li jinan dike. Bi gelek zimanan pirtûk hat wergerkirin û bi milyonan kes pirtûka Sîmoneyê xwend. 
 
1986: Fîlma bi navê Aaah Belînda di Pêşbirka Filma Parteqala Zerîn ya 23'yemîn de bû yekemîn. Di fîlmê de jiyana jinê hat vegotin, Mujde Ar di fîlmê de cih girt û derhenêriya fîlmê jî ji hêla Atif Yilmaz ve hat kirin. 
 
2007: Cara yekem li Arjantînê jinek bû serokkomar. CristinaFernandez de Kirchner ji sedî 44,9 deng girt û di 10'ê kanûnê de dest bi peywîra xwe kir. 
 
2016: Seroka Partiya Komînist a Nepalê Bidhya Devi Bhandari bû serokkomara dewletê û cara yekem jinek bû serokkomara Nepal e. 
 
2017: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi navê "Di rêveberiya herêmî de jin û qeyûm" komxebatek li dar xist. 
 
2019: Cara yekem jinek li paytexta Kolombiyayê bû şaredar. Piştî serokatiya dewletê erka herî girîng tê nirxandin. Claudia Lopez a çepgir bû şaredara Bogotayê.