21'ê Cotmeha 2015'an: Li Til Temirê tabûra jinê hat avakirin

  • 09:14 21 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Li Bajarê Til Temirê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya xebatên Hêzên Parastina Civakî (HPC) de tabûra jinê hat îlankirin. 
 
Ozgur Kobanê ya ji Yekîtiya Starê da zanîn armanca wan pêşxistina mekanîzmaya xweparastinê ye. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:
 
1929: Wêjevan Ursula Kroeber Le Guîn ya ku got, "Tişta tu kedê nedê tu nikarî bigirî, hûn şoreşê nikarin bikirin, hûn nikarin şoreşê pêk bînin, lê hûn dikarin bibin şoreş" ji dayik bû.
 
1945: Cara yekê li Fransayê jinên tevli hilbijartina şaredariyan bûn deng dan.
 
2009: Jinên endezyar li dijî îlanên zayendperest û cihêkar dest bi kampanyayê kirin.  
 
2015: Li Bajarê Til Temirê di çarçoveya xebatên HPC'ê de tabûra jinan hat avakirin. Ji Yekitiya Star a Til Temirê Ozgur Kobanê, diyar kir ku aramanca wan ew e parastina rewa pêşve bibin.
 
2015: Meclîsa Gel a Girê Spî Rêveberiya Xweser îlan kir. 
 
2015: Piştî li 4 kuçeyên Farqînê qedexe rabû şûnde gel derket kuçeyan û qedexe şermezar kirin. 
 
2017: Ji Girtîgeha Tersusê 18 girtiyên jin ji Serdozgeriya Komarê ya Bursayê re daxwazname şandin û xwestin ku derbarê tendirûstiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyaniyekê bide. Herwiha jinan li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.