16'ê Cotmeha 2017'an: Rojnamegera ku 'Belgeyên Panamayê' derxistin holê hat kuştin

  • 11:29 16 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Lêkolînvan, rojnamevan û nivîskar Daphne Caruana Galizia, derbarê nelerêtiya hikûmeta Maltayê ya di navbera salên 2016-2017'an "Belgeyên Panameyê" derxist holê. Piştî weşana belgeyan Daphne hat qetilkirin. 
 
Der barê qetilkirina Daphnê 3 kes hatin girtin. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de derketine pêş wiha ne:
 
1831: Aktîvîst û femînist Lucy Stanton îro hat dinê. Cara yekem jineke afrîkî-amerîkî li kolejê perwerde dît û Lucy piştî perwerdeya 4 salan di nav çalakiyên ku li dijî koletiyê dihatin lidarxistin bû. Gelek jin ji têkoşîna Lucyê bi bandor bû û rêya femînismê bijartin. Lucy, di 18'ê sibata 1910’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1916: Parêstvana kontrola zayînê, nivîskar û damezrînera Yekitiya Kontrola Zayînê (American Birth Control League) Margret Sanger, klînîka yekem a kontrola zayînê li New Yorkê vekir. 
 
1996: Îro roja salvegera damezrandina klînîka yekem a zayînê ku ji aliyê parêstvana kontrola zayînê ya Emerîkî Hîggîns Sanger ve hat vekirin.
 
2018: Li Pakistanê bi îdaya ku heqaret li ol kiriye derbarê jina bi navê Asya Bînî de biryara darvekirinê hat 
 
2019: Rapora Otopsiyê ya cenazeyê  Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef aşkera bû. Di raporê de hat aşkerakirin ku Hevrînê hatiye îşkencekirin.
 
2019: Women Defend Rojava, ji bo ku dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike kampanya da destpêkirin. Ji tevahiya cîhanê rêxistinên jinan, nivîskar û akademîsyenan piştgirî dan kampanyayê. 
 
2019: Rojnameger Berîtan Canozer di sala 2015'an de ji ber nûçeyên di dema qedexeya kolanan a li Sûra Amedê hat ragihandin şopandin derbarê wê de doz hatibû vekirin. Berîtanê ji doza dihat darizandin beraet kir. 
 
2019: Jinên Îrlandî ji jinên di nava berxwedana Baur û Rojhilatê Sûryeyê de cih girtin re name şandin û gotin, "Em ji cesareta we hêzê digrin û ji bo ku em pitevaniya we bikin em ê  li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."