15'ê Cotmeha 2019'an: Dayikên Aştiyê banga rawestandina şer kirin

  • 09:25 15 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
Endamên Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin û xwestin şer bê rawestandin. Bangewaziya dayikan wiha ye: "Em bang li serokkomar dikin ji bo çareseriya pirsgirêkê divê bi kurdan re diyalogê pêk bîne. Kurd hertim bû alîgirê çareserî û xwişk û biratiyê. Her kes mafê xwe yê xwezayî daxwaz dike. Em dixwazin bi ziman û çanda xwe azad bijîn. Hemû mafê Gelê Kurd hatiye xespkirin. Cîhan li hemberî kurdan bêdeng in. Lê divê her kes bizane ku Gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê bûn."
 
Hin bûyerên ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne: 
 
1880: Parêzvana mafê jinan Marie Stopes li Edinburga Îskoçyayê di 15'ê cotmeha 1880’an de hat dinê. Di salên 1920'ê de li derbarê kontrolkirina welidînê de perwerde da û carayekem klînîkek vekir. Xebatên wê yên klînîkê, nivîs û gotarên wê ji hêla Dêra Katolîk hat şermezarkirin. Lê bi hewldana xwe nêzikatiya hişk a Dêra Îngilistanê guhert. 2'yê cotmeha 1958’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
2012: Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pergala hevserokatiyê esas girt û di 15'ê Cotmeha 2012'an de hat avakirin. 
 
2015: Bi tevlîbûna 150 delegeyan li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê 2'yemîn Konferansa Rêxistina Jinan a Yekîtiya Star hat lidarxistin. 
 
2015: Li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê lîstîka şanoyê ya bi navê "Îşa" ya ku berxwedana jinên Kobanê vedibêje li kolanê hat pêşandan. Derhêneriya lîstîkê  Fatih Badperva kir û ji hêla Koma Şanoyê ya Baranê ve hat lîstin. 
 
2016: Navenda Piştewanî û Stargehên Jinan 19'emîn komxebata xwe bi tevlîbûna 21 saziyên jinan pêk hat û komxebat 3 rojan berdewam kir. 
 
2016: Îro lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano bi bangawaziya xwe ket rojeva cîhanê. Alyssa li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê.
 
2016: 19'emîn Komxebata Piştevaniya Stargeha Jinan li Edeneyê bi tevlîbûna 21 komele û navendên piştevaniyê yên jinan ve pêk hat. Komxebat 3 rojan dom kir. Di komxebatê de jin pirsgirêkên xwe nîqaş kirin û plansaziya pêşerojê derxistin. 
 
2017: Lîstîkvana şanoyê Alyssa Milano li ser hesabê xwe yê Twitterê bi navnîşana “#Metoo” bang li jinên ku bi tacizê re rûbirû mayî kir û xwest çîrokên xwe li ser vê hesabê bînin ziman. Bangewaziya Alyssayê her çar aliyê Swedê dengveda û gelek jin beşdar bû. Bangewazî veguherî kampanyayê û bû rojeva cîhanê. 
 
2017: Kovara Raperî hejmara xwe 14'emîn derxist. Kovar li Girtîgeha Şakranê ji hêla girtiyên jin ve tê amadekirin û 3 mehan carek tê derxistin. Di vê hejmarê de berxwedana Kobanê hat vegotin. 
 
2019: Xebata Booker ya Wêjeyê îsal dan Bernardîne Evarîsto yê. Bernardîne cara yekem di sala 1969'an de xelat girtibû û di dîrokê de cara yekem jineke reşikî û Îngilîzî xelatek girt.