14'ê Cotmeha 1906'an: Zanyara siyasî Hannah Arendt ji dayik bû

  • 09:03 14 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Zanyara siyasî Hannah Arendt li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê di 14'ê Cotmeha 1906'an de ji dayik bû. Xebata tezê ya akademîk a Hannanê di 1929'an de hat weşandin lê belê di 1933'yan de bi hinceta yahûdî ye hat diyarkirin ew ne xwediyê wesfên mamostetiyê ye. Loma hat astengkirin ku li zanîngehên Elmanan dersê bide. Dema ew li Firansayê bû ji yahûdiyên koç bûbûn alîkarî dikir. Di 1941'ê de çû Emerîqayê. Di 1959'an de li Zanîngeha Princetonê bû profesor. Hannahê di 4'ê Kanûna 1975'an de jiyana xwe ji dest da. 
 
Hin bûyerên ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1917: Li Şîliyê hunermenda mûzîka Folkê Vîoleta del Carmen Parra Sandoval hat dinê. Hunermenda navdar bi strana xwe ya ~Gracîas a la vîda" tê nasikirin.
 
1961: Rojnameger û aktivîsta mafê mirovan Harriet Shaw Weaver di 1'ê Îlona 1876'an de li herêma Cheshireyê ya Îngilistanê ji dayik bû. Ji ber malbata Harrietê nehiştin herin zanîngehê wê jî biryar da bibe pispora xizmeta civakî. Ew li London School of Economicsê beşdarî qurseke li ser bingeha aboriyê ya têkildarî têkiliyên civakî bû. Piştre ew tevlî têkoşîna bikaranîna mafê deng û Yekîtiya Siyasî û Civakî ya Jinan bû. 
 
2014: Dayikên Aştiyê ji bo afirandina hestiyariya navneteweyî ya ji bo korîdora mirovatiyê bê vekirin bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kirin. 
 
2015: Girtiyên jin ên li Şakranê, ji bo endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn wan ) ku li Gimgima Mûşê cenazeyê wê hat teşhîrkirin dest bi xebata pirtûkê kirin.
 
2015: Li Firansayê cara yekem li dadgehekê biryar hat dayin li cihê nasnameyê ya mêrekî hemwelatiyê Firansayê yê "zayend", "zayenda notr" bê nivîsandin. 
 
2016: Li Girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê girtiyên jin, ji ber ku gardiyanên mêr destdirêjî li wan kirin hucreyên lê diman şewitandin.
 
2016: Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, li Kolombiyayê tevli 5'emîn Kongreya Bajarê Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî ya Cîhanê (UCLG) bû. Gultanê di kongreyê de pergala hevserokatiyê vegot û behsa Amedê kir.
 
2017: Li Enqerê jinan Şanoya Feminîst ava kirin. 
 
2017: Li Girtîgeha Urmiyeyê 5 jinên girtî li dijî hewesta rêveberiya girtîgehê û binpêkirina mafan a gardiyanan dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
2019: Xelata Nobelê ya Aboriyê vê salê dan aborînas Esther Duflo ya ku ji bo nelirêtiyên gerdûnî kêm bibin dixebite. Esther bû jinan duyemîn a ku ev xelat girt.