9'ê Cotmeha 1998'an: Komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan

  • 09:25 9 Cotmeh 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9’ê cotmeha 1998’an de neçar ma ji Sûriyeyê derkeve û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê  hat kirin û di navberê de 24 sal derbas bûn.
 
Hin bûyerên di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1934: Nivîskar û zanyara Awusturyayî Jill Ker Conway îro hat dinê. Jill bû seroka Koleya Smithê û carak yekem jinek serokatî ji Koleja Smithê yê kir. Di sala 2004'an de bi projeya “Dîroka Jinan a Neteweyî" layîqê Xelata Rûmetê ya Dîroka Jinan hat dîtin. Jill, di 1'ê hezîrana 2018’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1998: Li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo pêk hat.
 
2018: Di serdegirtinên malan ku li 8 bajaran pêk hatin di nav de rojnameger Kîbriye Evren, Semîha Alankuş jî heye gelekên wan jin ji 100 zêdetir kes hatin binçavkirin.
 
2018: Li Hevşaredara Pasurê Sadiye Suer a HDP'yî ku di 5'ê Çileya 2017'an de ji peywirê hat girtin û bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye"  9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
2018: Di çarçoveya operasyona ku li 9 bajaran hat destpêkirin de bi ser mala Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven de hat girtin. Polîsên ku tu kes agahdar nekirin, derî şikandin û ketin hundirê malê.