15'ê Îlona 2020'î: TJA'yê starta kampanyaya 'Em Xwe Diparêzin' da

  • 10:05 15 Îlon 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
TJA'yê bi beşdariya gelek jinan, bi civîna çapemeniyê di 15'ê Îlona 2020'î de starta kampanyaya 'Em Xwe Diparêzin' da.
 
Di daxuyaniya deklarasyonê de gotina mezinkirina têkoşîna jinê derket pêş û jinan bal kişandin ser teşhîrkirina polîtikayên şer ên taybet. Bi pêkanîna gelek çalakiyan kampanya di 8'ê Adara 2021'ê de bi dawî bû. 
 
1995: Konferansa dawî ya çar konferansên mezin ên ji 1975'an vir ve ji aliyê Neteweyên yekbûyî ve dihat lidarxistin di 4-15'ê Îlonê de li Pekinê hat lidarxistin. 
 
2014: Meclîsa Dayikên Aştiyê derbarê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê de daxwazname ji Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Setenbolê re şand. Dayikan berî daxwaznameyê bidin li ber Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Setenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayikên Aştiyê Behiye Duman axivî û got divê perwerdeya bi zimanê dayikê li Tirkiyeyê êdî nebe wekî tabûyekê, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê bingehîn ê mirovan e. 
 
2014: Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemangar a bi kurdî perwerde dida û ji aliyê KURDÎ-DER, KCD, Şaxa Egitim Sena Amedê li navçeya Rezan hat vekirin, lêpirsîna lezgîn dest pê kir. Li ser lêpirsînê muhur li deriyê dibistanê hat xistin. 
 
2014: Bi pêşengiya Yekîtiya Starê li Efrînê ji bo nîqaşkirina zagonan civîna jinan hat lidarxistin. Piştî civînê 18 zagonên derbarê jinan de hatin qebûlkirin. 
 
2015: Li Qamişloya li Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Yekîtiya Star li Kuçeya Qudurbegê Navenda Perwerdeyê û Zanistê ya Jinê vekir. Seroka Meclîsa Yekîtiya Starê ya Bajarê Qamişloyê Henîfe Mihemed di merasîma vekirinê da axivî. Henîfeyê bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û da zanîn divê encax bi perwerdeyê pirsgirêk bên çareserkirin. Piştî axaftinan jinan bi lîrandin û çepikan navenda xwe vekirin.