5'ê Îlona 2021'ê: KASED hat vekirin

  • 10:09 5 Îlon 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Bi dirûşma "Huner ji bo her kesî ye" li Amedê Komeleya Wêjê, Çand û Huner a Jinan (KASED) hat vekirin. Komele ji bo piştevaniyê hat vekirin. KASED, armanc dike ku jin di qada çand, huner û wêjeyê de bê dîtin û bêtir bi berhemên xwe bên nasîn. Bi vekirina komeleyê re gelek jin serî li KASED'ê dan.  
 
Hin bûyerên girîng ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:
 
1987'an: Dîdar Şensoya ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da di 5'ê Îlona 1987'an de hat definkirin. Dîdar Şensoya a damezrînera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li dijî îşkenceya li girtîgehan li ber meclisê dema 1'ê Îlonê di çalakiyê de bû polîsan êrîş kir û ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da li Stenbolê di 5'ê Îlona 1987'an de bi girseyî hat definkirin.
 
1914: Arekoloka Amerîkî Hannah Wormington îro ji dayik bû. Hannah , di tevahiya jiyana xwe ya xebatê de li ser Paleo - Arkeolojiya Çermsoran nivîs nivîsandine.
 
1947: Li Maltayê jinan mafên bijartin û hilbijartinê bi dest xist. Di hilbijartinên yekem de du jin bûn namezed.
 
2015: Li ser banga Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê jinên ku hatin gel hev li 14 bajaran ji bo aştiyê li kolanan man û gotin, "Li dijî qirkirinê, em di nobeta aştiyê de ne, em diqîrin."