2'yê Îlona 2019'an: Eşîrên Ereban Komxebata Jinê li dar xist

  • 13:35 2 Îlon 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Rêxisitnên Jinan ên Reqa, Tebqa, Dêrazorê û Minbicê, bi dirûşma "Em bûn yek, bi ser ketin û em ê bi berxwedanê biparêzin" di çarçoveya hemleya ku dan destpêkirin de, cara yekê Komxebata Jinên Eşîrên Ereban li dar xisitn.
 
Di axafitnên ku di komxebatê de hatin kirin de hat diyarkirin ku ji bo jinên ereb cara yekê xebateke wiha tê kirin.
 
Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1992: Genetîkvan Barbara McClintock jiyana xwe ji dest da
  
Barbara McClintock, di qada genetîk a hûcreyê de dixebitî û di sala 1983'yan de ji ber xebatên xwe Xelata Nobelê girt. Ji ber nasnameya xwe jinbûnê bi salan nehat dîtin.
 
Barbara di sala 1902'yan de li Amerîkayê hat dinê û di sala 1927'an de jî li Zanîngeha Cornellê yê jî nîşaneya doktorayê girt. Di salên 1920'an de li Amerîkayê gelek jin diçû zanîngehê û di qada zanyarî û endezyariyê de ji sedî 12-15 jin hebû. Lê dema îstîhdamê de jin nedihatin tercihkirin. Barbara dixwest lêkolînên xwe yên zanyarî bidomîne. Li tevahiya jiyana wê bi têkoşînê re derbas bû. Çend li cîhanê genetîkvana herî navdar a bihata nasîn jî bi salan nekarî wek profesor kar bike. 
 
Çend cîhana zanyarî wê nedît jî wekî dîn pênase dikir jî di qada genetîkê de kesek karê wê fêm nedikir. Di sala 1960'an de di 70 saliya xwe de êdî xebatên wê hatin fêm kirin û eleqeyê nîşanî wê didan. 
 
1968: Li Tirkiyeyê rojnamegera yekem a jin Sabîha Derviş Sertel jiyana xwe ji dest da.