29'ê Tebaxa 1969'an: Leyla Xalid balafir revand

  • 11:00 29 Tebax 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Endama FKO'yê Leyla Xalid, bi hevalê xwe yê têkoşînê Selîm e di 29'ê Tebaxa 1969'an de balafira Emerîka ya ji Romayê rabû revand.
 
Endama Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) Leyla Xalid balafira ku revand li Şamê danî. Leya bi endamê FKO'yê Selîm re li gel bombe û çekên li ser xwe bi fikra ku Balyozê Israîlê yê demê yê  Emerîkayê Îzak Rabîn jî tê de be li  balafira ji Romayê rabû ya Amerîkê TWA siwar bûn. Leya Balafir di ser bajarê lê ji dayik bû yê Fistînê Heyfayê re bir Sûriyeyê û li payitextê Sûriye Şamê da danîn. Leyla piştre tîma firnadina balafirê û rêwiyên tê de ji balafirê daxistin û kabîna firandinê ya balafirê bombe kir û teslîmê raydarên Sûriyeyê bûn. Leyla piştî ku 45 rojan li Sûriyeyê di bin çavan de ma li hemberê 2 pîlotên Îsraîlî bi 31 girtiyên Filistînî re serbest hat berdan. 
 
Leyla sedema çalakiya xwe wiha vegot, "Ji bo ku em ji cîhana bi çavên penaberan li Filistîniyan dinêre re ragihînin ku sedemeke me ya mafdar heye û gitiyên filistînî û yên Ereb ku di girtîgehên Israîlê de ne li heberî rehîneyan serbest bidin berdan me çalakî pêk aniye."
 
Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1914: Bi hezaran jinên Nw Yorkî li dijî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Merasîma Aştiyê ya Jinê pêk anîn. Jinan bi çalakiya xwe bêdengiya li hemberî şer têk birin.
 
1915: Îngrîd Bergman a ku sê cara hêjayî Xelata Oskarê hat dîtin li payitextê Swêdê Stockholmê ji dayik bû. Inrîd, di roja jidayibûna xwe de di 1982'yan de jiyana xwe ji dest da.
 
1998: Polîs êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê ku li Glatasaraya Stenbolê li dar dixistin kir û 150 kes binçav kir.
 
2016: RAJIN'ê 2'emîn Konfaransa Xwe ya Rojava bi dirûşma, "Çapemeniya Azad a jinê bi agirê şoreşê pêşve diçe" li dar xist.