26'ê Tebaxa 1920'an: Jinan mafê dengdayînê wergirtin

  • 09:07 26 Tebax 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Li Amerîkayê jinan piştî bedelên mezin mafê dengdayînê di 26'ê tebaxa 1920'an de wergirtin. Li Amerîkayê ji bo mafê dengdayînê 19 caran guhertin hat kirin. Ev roj wekî Roja Wekheviya Jinan hat qebûlkirin. Di 50'emîn salvegera mafê bikaranîna dengdayînê de bi dirûşma "Ji bo wekheviyê Greva Jinan" di sala 1970'an de mîtîngel hat lidarxistin. Mîtîng bi piştevaniya Rêxistina Jinan a Neteweyî (NOW) hat lidarxistin û 50 hezar jin tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de daxwaza mafê kurtajê ya bêpere, di nav kar de wekhevî û xwedîkirina zarokan a bê pere hat kirin. 
 
1918: Matematîkzan û zanyar Creola Katherine Johnson a ku Afro-Amerî îro hat dinê. Creola, 33 salan derbarê fezayê de lêkolînan kir. Di bikaranîn kompîtûrê de pêşengtî kir. Di 24'ê Sibata 2020'an de li mala xwedîkirina pîran de jiyana xwe ji dest da. 
 
2015: Li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zewicandina zarokan kampanya hat destpêkirin.