25'ê Tebaxa 2017'an: Rojnameya Şûjin hat girtin

  • 10:37 25 Tebax 2022
  • Di Dîrokê De Îro
 
Bi biryarnameya 693'ya di Hukmê Qanûnê de Rojnameya Şûjin, dîhaber û Rojeva Medya hatin girtin. 
 
Di Kanûna 2016'an de Rojnameya Şûşin, Ajansa Dîcle Medya ya Nûçeyan(dîhaber) û Rojeva Medya srê sibehê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) ya 693 ku di 25'ê Tebaxa 2017'an de hat weşandin hatin girtin. 
 
Hin bûyerên girîng ên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
2006: Nivîskar û helbestkara Ermenî Sîlva Kaputkyan di 20'ê Çileya 1919'an de li payitextê Ermenistan Êrîvanê ji dayik bû. Sîlva di pirtûkên xwe de zahmetinên ku piştî ji warên xwe qetiyan ên li welatê duyemîn vedibêje. Sîlva, bi nêrîna xwe ya polîtîk li welatê xwe di tevahiya jiyana xwe de xwedî gotin bû. Sîlva li gel gelek nîşanên rûmetê nîşana Hunermenda Gel jî wergitiye. 
 
Sîlva, di 25'ê Tebaxa 2006'an de di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
 
2015: Jinên li Bodruma Muglayê hatin gel hev daxwazên xwe yên li dijî şer bi laçikên spî ku dan serê xwe vegotin.
 
2015: Li dijî qirkirina siyasî û êrîşên li hember navçeya Sûra Amdê li taxa Hasirli ya Sûrê jinên ku çalakiya nobetê dewr  giritin heta serê sibehê çalakiya xwe bi stran û govendê berdewam kirin. 
 
Sur ilçesine yönelik saldırılar ve siyasi soykırım operasyonlarına karşı Hasırlı Mahallesi'nde 4 gün önce başlayan nöbet eylemini devralan kadınlar, gece boyunca şarkılar söyleyerek halaylar çekti.
 
2016: Sekreterê Giştî yê Netweyên Yekbûyî Ban Kî-mon piştî ku demawî ya peywirê qediya cihê xwe ji senatora Filipînî Leîla de Lîma re hişt û bi vê re cara yekê li NY'ê jinek bi wê peywirê hat erkdarkirin. 
 
2016: Platforma Jinan a Enqereyê ku ji bo li Nisêbîna Mêrdînê "Pira Xuşkîtiyê ji Enqereyê heta Nisêbînê" ava bike hat navçeyê serdana xwe ya ewil li Şaredariya Nisêbînê kir. Jinên ku ji aliyê Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya û heyeta pê re hatin pêşwazîkirin  derbarê rewşa bajêr de agahî girtin û ji bo ku dikarin ji bo bajêr û navçeyê çi bikin niqaş kirin. 
 
2018: Li payitextê Ermenistan Êrîvanê derbarê rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmralê civîn li dar xistin. Civîn ji aliyê Şêwra Yêkîtiya Kurdên Ermenistanê û Yekitiya Jinên Azad ve hat lildarxistin.