29'ê Gulana 2015'an: KJA komeleya xwe vekir

  • 09:33 29 Gulan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Di 31'ê çilê û 1'ê sibatê de Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), xwe veguhert Kongreya Jinên Azad (KJA). Di vê çarçoveyê de biryara kamelebûnê girt. Li Amedê bi tevlîbûneke mezin komeleya xwe vekir. Jin bi cil û bergên xwe yên gelekî tevlî merasîma vekirinê bûn. 
 
Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:
 
1830: Louise Michel a dema dihat darizandin bi gotina "Bi hemû hebûna xwe ez aîdî şoreşa civakî me û ez berpirsiyariya hemû tevgerên xwe qebûl dikim" xwe parast di 29'ê Gulana 1830'î de li keleha Vroncourtê ya Firansayê ji dayik bû. 
 
2013: Lîstika bi navê "Xewna Azadiyê" ya ji aliyê lîstikvanên Teatra Mitani yên girêdayî Şaredariya Nisêbînê bi organizasyona Şaxa Egitim Sena Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê hat amadekirin li Eywana Saryayê hat lîstin. Di lîstikê de sekna bi îradeya jinê ya li dijî mêr a bi feyzgirtina ji Gulnaz Karataş (Bêritan) PKK'yî derket pêş. 
 
2014: Xebatên Jinê yên Radyo Televizyonê ya Navnetweyî (IAWRT) konferansa herêmî li Stenbolê çêkir. 
 
2015: Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), bi dirûşma "Em civaka azad jina azad biafirînin" li Otela Mem û Zînê ya Silêmanî 3'yemîn kongreya xwe li dar xist. 
 
2015: Bi pêşengiya KJA'yê li Nisêbîna Mêrdînê Akademiya Jinê ya Sakîne Cansiz hat vekirin. 
 
2016: Li dijî polîtikayên şer jinan reda xwe ya wicdanî eşkere kirin.