23'yê Nîsana 1858'an: Aktivîsta mafên jinan Bella Guerîn ji dayik bû

  • 11:25 23 Nîsan 2022
  • Di Dîrokê De Îro
Feminista Avûsturalî Bella Guerîn hat dinê. Bela ya ku navê wê yê esîl Julla Margaret Halloran Lavender e, jina yekem ku ji Zanîngeha Melbournê mezûn bûye ye. Bella ya ku mamostati, cigirtiya Komeleya Siyasi ya Jinan kiriye û di heman demê de di nava Partiya Kedkaran a Avusturyayê de cih girtiye, wekî Cigira Serokatiya Rêxistina Jinan a Navedê jî hatiye tayînkirin. Bela di 1923'yan de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Hin bûyerên girîn ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1872: Charlotte E.  Ray weki parêzereke jin a Afrîkayê li Dadgeha Bilind a Herêma Kolombiyayê dest bi xebatê kir. Charlotte ya ku bavê wê rahip bû, yek ji kesên girîng di nava Tevgera li Dijî Koletiyê de bû. Charlotte ji Enstutiya Renkî ya Ciwanan ku yek ji cihên jinên reşik dikaribû lê perwerde bidîta. Charlotte di 1911'an de di 60 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
2006: Gracie Northfleet, bû seroka jin a yekem a Dadgeha Bilind li Brezîlyayê. Gracîe di dîroka Brezîlyayê de hata asta herî bilind ku jinek bigihêjê. 
 
2018: Li Herêma Dêrikê ya Rojava Bazara Jinan a yekem hat vekirin. Di merasîma vekirina bazara ku ji aliyê Komîteya Aboriyê ve hat vekirin de li gel nûnerên meclisan gelek jin tevli bûn. Rêvebera Kongreya Star a Herêma Cizîrê Welîde Botî, diyar kir ku bingeha aboriyê ji aliyê jinên kedkar ve hatiye avêtin.