17'ê Nîsana 1995'an: Emîne Ocak û Bîrsen Gulunay ketin girtîgehê

  • 09:07 17 Nîsan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Xizmên girtiyan Emîne Ocak û Bîrsen Gulunay bi îdiaya "Bi heyeta dadgehê qêriya" di 17'ê Nîsana 1995'an de mehek ceza lê hat birîn û şandin Girtîgeha Navendê ya Enqereyê. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1995: Xizmên girtiyan Emîne Ocak û Bîrsen Gulunay bi îdiaya "Bi heyeta dadgehê qêriya" di 17'ê Nîsana 1995'an de mehek ceza lê hat birîn û şandin Girtîgeha Navendê ya Enqereyê. 
 
2004: Komînîst, serîhildêr, partîzan û lehenga herî ciwan a Yugoslavyayê Fana Koçovska Zvetkovik a Makedon jiyana xwe ji dest da. 
 
2007: Li Fînlandiyaya ku yekem welatê mafê dengdayina jinan hat dayin e ji 20 wezaretî li 12 wezaretan jin hatin tayinkirin. Rêjeya jinan a hukumetê ji sedî 60 e. Ev bû rêjeya herî zêde ya di nava welatan de. 
 
2019: Ji bo serokatiya Federasyona Elewiyan a Avusturyayê Suzan Saka hat hilbijartin. 
 
2019: Li dijî tecrîda li ser Îmraliyê û biryara KHK'ê ya YSK'ê HDP'ê li Parka Koşuyoluyê ya Yenişehira Amedê parlameter û welatî kom bûn. Polîsan êriş kirin û parlamentera HDP'ê Remziye Tosun birîndar bû.  
 
2020: Rêxistinên LGBTI+  û jinan piştî bersûcên tundiyê serbest hatin berdan bal kişandin ser zêdebûyina tundiyê û pêşniyarên xwe yên têkildarî plana çalakiyê ya lezgîn rêz kirin.