16'ê Nîsana 2018'an: Ji 163 rêxistinên jinan danezana hevpar

  • 10:43 16 Nîsan 2021
  • Di Dîrokê De Îro
Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1958 : Femînîsta Hintî mirova zanistê profesora felsefeyê Uma Narayan hat dinê. Bi gelek berhemên xwe femînizm da naskirin. 
 
2009 :Li paytexta Afganistanê ya bi navê Kabîlê 300 jinî zagona zewacê şermezar kirin. 
 
2014:Di 16'ê Nîsana 2014'an de bi banga hunermendên femînîst li Qada Galatasaraya Stenbolê jin hatin gel hevdu û ji bo Nevîn Yildirim edalet xwestin. 
 
2018: Li dijî pêşnûmeya zagona înfazê ya têkildarî îstismara zayendî ya li ser zarokan a ew ê li meclîsê derbarê wê de hevdîtin bihata kirin 163 rêxistinên jinan di 16'ê Nîsana 2018'an de bertek nîşan dan û  danezana hevpar a bi serenavê "Em ji pêşnûmeya zagona înfazê ya tundiya mêr ji nedîtîve tê îtiraz dikin "parve kirin. 
 
2018:Yekîtiya Ekolojiyê ya îmzeya 54 ekolojîstan li bin heye avakirina xwe deklare kir. Li gelek cihên tirkiyeyê daxuyaniyên hevdemkî hatin dayin. 
 
2019:Rojnameger û Wênesaz Zehra Dogan rojeke Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir, xêz kir. 
 
2020: Jinên HDP'yî têkildarî zagona înfazê li ser medyaya civakî bi etîketa "Piştîinfazêjinditalûkeyêdene" çalakî dest pê kirin.