19'ê Adara 1868'an: Senda Berenson hat dinê

  • 10:12 19 Adar 2021
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
 
Pêşenga basketbolê Senda Berenson îro hat dinê. 
 
1940:  Barbara Franklin di 19'ê Adara 1940'î de ji dayik bû, ew berpirsiyareke hikûmiye ya Emêrîkayê. Di desteyên 18 pargîdaniyan de kar kiriye û niha serok û rêvebera karûbarên şerîketa Barbara Franklin Enterprises e. Di sala 2006'an de Xelata Karûbarê Giştî ya Woodrow Wilson wergirtiye.
 
1868: Senda Berenson Abbott, 19'ê adara 1868’an de Li Bultimonysa ya Rûsyayê hat dinê. Senda ji bo jinan pirtûka Basketbolê nivîsand. Di sala 1899'an de ji bo jinan rêgezên basketbolê derxist û rêgezên mêran guhert. 
 
2018: FEMEN ji bo piştgiriyê bide Efrînê li ser medayaya civakê daxuyaniyek da û li dijî êrişan derket.