Ji Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne 'Komxebata Zarok û Felsefe'

  • 11:08 25 Mijdar 2018
  • Zarok
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya komxebata ku wê vê salê ya10'emîn di navbera 4-5'ê Gulana 2019'an de ji aliyê Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne  bê lidarxistin de wê mijara "Zarok û Felsefe" bê destgirtin. 
 
Di çarçoveya komxebata ku wê vê salê ya10'emîn di navbera 4-5'ê Gulana 2019'an de ji aliyê Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne  bê lidarxistin de wê mijara "Zarok û Felsefe"  bê destgirtin û wê di vê çarçoveyê de li ser pirsgirêk û çareseriya wan niqaş bên kirin. 
 
'Zarok û Felsefe'
 
Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne heta roja îro 9 komxebatên ku mijara wan ji naveroka jiyanê ne li dar xistine. Di komxebata pêşeng de hedef ew e ku di qada zarok û felsefeyê de xebat bên kirin û di vê mijarê de li ser şaşiyên tên kirin çareseriyeke hevpar bê dîtin e.
 
Ji bo tevlibûnê bang
 
Komele, ji bo mijara "Zarok û Felsefe" bang li kesên ku li ser vê mijarê xebatên wan hene yên wekî; akademîsyen, perwerdekar, nivîskkar, helbestkar, wênesaz, weşanger, saziyên civaka sivîl ku li ser zarok û felesefeyê xebatan ddin meşandin kir ku tevli komxebatê bibin.