19' Îlona 2021'ê: Hevdîtina li dijî qirkirin, tecrîdê û şer

  • 09:01 19 Îlon 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê dimeşin" li Parka Aşik Veysel a li Sultangaziya Stenbolê hevdîtin pêk anîn. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Endamên Meclisa Jinan û Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Endamên Komeleya Kadin Zamani, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Di hevdîtina ku tê de pankarta bi dirûşma, "Em Li Dijî Qirkirina Jinan Ber Bi Azadîyê Ve Dimeşin” hat vekirin de  jinan diyar kir ku ew ê li dijî qirkirina jinan, nijadperestî û tecrîdê bimeşin.
 
Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1889: Aktîvîsta mafê sivîlan û hîndekara DYA’yî Sarah Louîse îro hatiye dinê. Sarah bi pirtûka xwe ya ku di temenê 103’an de weşand hat nasîn. Sarah di 25’ê Çileyê 1999’an de jiyana xwe ji dest da.
 
1893: Jinên ku li Zelandaya Nû bi dizî kampanya pêk dianîn di kampanyayên pêk anîn de bi ser ketin û jinên li vî welatî di 19'ê Îlona 1983'yan de mafê dengdayînê bi dest xistin. 
 
1905: Şervana bexwedêr a li dijî rejîma Nazî ya li Almanyayê, Judîth Auer îro hat dinê. Judîht ji aliyê rejîma Nazî ve di 27’ê cotmeha 1944’an de hat qetilkirin.
 
1932: Nivîskar û rojnamegera Yahudî ya Alman Stefanîe Zweîg îro hat dinê. Stefanîe di 25’ê Nîsana 2014’an de jiyana xwe ji dest da. Pirtûkên wê ji 7 mîlyonî zêdetir hatin firotin û li 15 zimanan hat wergerandin.
 
1906: Hîndekar û nivîskara Îngîlîz Marîa Georgîna Gray di 7’ê Adara 1816’an de hat dinê. Marîa ku yek ji pêşengên ku jin teşwîqê perwerdehiyê kir bû. Marîa îro jiyana xwe ji dest daye.
 
2015: Dayikên Şemiyê ji bo 21 welatiyên di dema rêveberiya teng a 8 rojan a li Cizîrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn edalet xwestin. Xizmên welatiyên jiyana xwe ji dest dabûn jî tevlî çalakiyê bûn.
 
2016: Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a di bin banê Midûriyeta Malbat û Jinan a Şaredariya Sêrtê de hatibû avakirin, di çarçoveya xebatên dimeşand de, kampanyaya pirtûkan a ‘Mor Kutuphane’ ya wê di 8’ê Adara 2017’an de bihata vekirin, dan destpêkirin. 
 
2016: Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Şêrawa ya girêdayê Kantona Efrînê konê çalakiyê ji aliyê Kongreya Star ve hat vekirin.
 
2016: Li bajarê Hamburg a girêdayê eyaleta Saarland a Almanyayê Însiyatîfa Jinan a Ekîn Wan hat Îlankirin.
 
2020: Xelata Mirovê Hişyarbûye ya Aurora îsal dan dê û keç Fartuun Adan û Ilwad Elman ê Somaliyî ku di qada mafê mirovan de dixebitin.