Ji Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne 'Komxebata Zarok û Felsefe' 2018-11-25 11:08:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya komxebata ku wê vê salê ya10'emîn di navbera 4-5'ê Gulana 2019'an de ji aliyê Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne  bê lidarxistin de wê mijara "Zarok û Felsefe" bê destgirtin.    Di çarçoveya komxebata ku wê vê salê ya10'emîn di navbera 4-5'ê Gulana 2019'an de ji aliyê Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne  bê lidarxistin de wê mijara "Zarok û Felsefe"  bê destgirtin û wê di vê çarçoveyê de li ser pirsgirêk û çareseriya wan niqaş bên kirin.    'Zarok û Felsefe'   Komeleya Bila Zarokatî ji mer Bimîne heta roja îro 9 komxebatên ku mijara wan ji naveroka jiyanê ne li dar xistine. Di komxebata pêşeng de hedef ew e ku di qada zarok û felsefeyê de xebat bên kirin û di vê mijarê de li ser şaşiyên tên kirin çareseriyeke hevpar bê dîtin e.   Ji bo tevlibûnê bang   Komele, ji bo mijara "Zarok û Felsefe" bang li kesên ku li ser vê mijarê xebatên wan hene yên wekî; akademîsyen, perwerdekar, nivîskkar, helbestkar, wênesaz, weşanger, saziyên civaka sivîl ku li ser zarok û felesefeyê xebatan ddin meşandin kir ku tevli komxebatê bibin.