Rêberên biçûk bi 3 zimanan Kela Wanê didin nasandin

  • 09:11 22 Îlon 2019
  • Zarok
WAN - Zarokên ku di temenê wan 10 û 15 salî diguhere ji turîstên biyanî rê rêbertiyê dikin û dîroka Kela Wanê bi kurdi, tirkî û japonî tînin ziman.
 
Li navçeya Wanê ya Tuşbayê kela ku ji aliyê Urartuyan ve hatiye avakirin û heta roja me ya îro hatî bi xweşikbûn û zindîbûna xwe hîna li ser piyane û balê dikşîne. Li derdora kela Wanê tiştê herî balkêş ji zarokên ku temenê wan 10 û 15’an de diguhere ji turîstên ku tên ziyareta kelê ji wan re bi zimanê kurdî, tirkî û japonî vedibêjin.
 
Ev zarok ji aliyê turîstan ve eleqeyeke mezin dibînin. Lê ji ber ku ji aliyê Midûriyeta Tûrizmê ve ketina kelê bi pereye zarok bi riyên qedexe dikevin kelê û ji turîstan re rêbertiyê dikin. Dîroka kelê  vedibêjin. 
 
Ji zarokan Caner Soner dîroka Kela Wanê wiha vedibêje: "Kela Wanê piştî mîladê sala 843 ji aliyê yekemûn Sadûr ve hatiye avakirin. Di vê kelê de 9 nivîsên bi bizmar hene û 12 goristan tê de hene. Cihê ku kelê lê hatiye avakirin, 4 mizgeft û 2 dêr hene. Kela ku dikeve ber qeraxa Wanê ji bajêr 5 kîlometre dûre.” 
 
‘Em dixwazîn her kes dîroka kelê bizanibe’
 
Baran  Soner ji bi zimanê Japonî dîroka kelê  vegot. Baran ji bi lêv kir ku ji aliyê pasewanên kelê ve ew tên astengkirin û wiha got:” Ji bo ku ketina kele bi pereye em ji bi riyên qedexe ve dikevîn kelê. Tu zirara me ji keleyê re tune ye. Tenê armanca me ew e ku em dîroka kelê ji turîstan re vebêjîn. Berê de ji birayên me ev kar dikir û niha ji em diksn. Em dixwazîn herkes dîroka kelê bizanebe. Ev tiştê ku em dikîn ji taybetmendiyeke cuda dide kelê.”