Zarok ji rêveberiyên herêmî çi dixwazin?

  • 12:42 22 Hezîran 2019
  • Zarok
STENBOL - Mijarên herî serekê yên ku ji aliyê rojeva siyasetê ve tê piştguhkirin zarok tînin ziman. Zarokên ku li Stenbolê dijîn, park, kreş, mamayê ji bo ajalan, tundiya li ser jinê, bidawîkirina xizaniyê û heta ronahiyên trafîkê tîne bîra mirovan.
 
Me ji zarokan pirsa 'Hûn dixwazin li bajarekî çawa bijîn' kir. Zarokên ku ji aliyê rêveberiyan ve tên piştguhkirin bersa ew dixwazin li bajarekî çawa bijîn dan. 
 
'Ez park dixwazim'
 
Havîna ku me mîkrofon dirêjî wê kir wiha got:"Ez jî dixwazim deng bidim. Ger min deng bida ez nizanim min ê bide kîja partiyê. Ya min dixwest min ê bida wê. Lê ez nizanim malbata min dengê xwe dide kîja partiyê. Ez dixwazim ji bo zarokan park bê çêkirin. Bila kulîlk di nav de hebe. Bila her der xweşik be."
 
'Bila li dijî qezayan tedbîr bê girtin'
 
Hira anî ziman ku ew dixwaze şaredarî alîkariya kesên xizan bike û wiha got:"Ez zarokên xizan dibînim. Alavên wan tune ne. Ez gelekî xemgîn dibim. Ez dibêjim bila şaredarî alîkariya wan bike. Bila ji bo zarokan park çê bibe. Bila bi kêf be. Bila çerixok hebe. Bila hêlkan hebe."
 
Omer da zanîn ku ew dixwaze tenê qada lîstikê hebe û wiha got:"Li kuçeya me cihên lîktikê hindike. Bila cihên lîstikê hebin. Bila kulîlk û cihên çerixandinê hebin."
 
'Bila li dijî jinê şîdet tune be'
 
Nûrcanê bi lêv kir ku ew dixwaze hemû kes bibe xwediyê kar û wiha got:"Ez dixwazim hemû kes bixebitin. Bila li dijî jinê şîdet tune be."
 
'Bila ders 20 dk tenefus 40 dk be'
 
Gamzeyê anî ziman ku ew berê park dixwaze û wiha got:"Bila hemû tişt bê pere be. Bila parkek mezin jî çê bikin. Bila lûnapark hebe. Bila ders 20 dk tenefus 40 dk be."
 
'Ez kreşa bê pere dixwazim'  
 
Sînemê diyar kir ku ew kreşa bê pere dixwaze û wiha got:"Qursa dibistanê, qursa avjeniyê, qursa karete ez dixwazim. Ez dixwazim ji bo ajalên li kuçeya me mama hebe. Ez dixwazim ji bo ajalan mal bê çêkirin. Ji bo ez xwe biparêzim bila qursa qerete hebe. Diya min û bavê min dixwazin ez biçim qursa karete ez jî dixwazim biçim."