Li kolanên Wanê zarokên dengbêj

  • 09:12 3 Gulan 2019
  • Zarok
WAN - Zarokên Serhedê, kevneşopiya dengbêjiyê ya ku di çanda kurd de cihekî girîng digire, li kolanê didomînin.
 
Dengbêjiya ku ji aliyê Gelê Kurd ve wek wêjeya devkî ya herî kevn tê qebûlkirin, hestên wekê mirin, êş, koçberî, şîn, evîn û bêrîkirinê yên di civakê de tên jiyîn, bi klamên xwe heta roja îro aniye.  Ji ber vê her klama ku dengbêj dibêjin çîrokek wê heye.
 
Li herêma Serhedê ku dengbêjî cihekî girîng digire,  zarok jî bi van klaman mezin dibin.  Zarokên li kolanên Wanê klaman dibêjin, bala mirovan dikşînin. Li Kolana Cumhuriyet, Kolana Çand û Kolana Îskeleyê, dengê zarokên ku klaman dibêjin bilind dibe.  Bi enstrumanên ji satilan çêkirine, muzîkek xweş pêşkêş dikin.