Li Nisêbîna ku 120 hezar nifûsa wê heye doktorek jin heye

  • 09:11 8 Kanûn 2018
  • Tenduristî/Werzîş
MÊRDÎN - Nisêbîn ku 120 hezar nifûsa wê heye, li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê, ji ber kêmasiya xebatkar û alavan hem gel hem jî doktor bêzar bûn.
 
Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê piştî pevçûnan texrîb bûbû û hatibû hilweşandin. Şûna nexweşxaneya nû bûbû qerekol û navçe bi vî awayî ji xizmeta tenduristiyê bêpar mabû. Piştre nexweşxaneyek nû hat çêkirin lê niha jî ji ber kêmasiya doktor û alavan gel û doktor bêzar bûn. Li nexweşxaneyê makîna Emarê tune ye û yek doktorek nexweşiya jinan heye. Piranî nexweş sewqî cihên din dibin.
 
‘Piranî nexweşan dişînin cihên din’
 
Gel ji ber kêmasiya doktoran bi saetan di dorê de dimînin û piraniya nexweşan jî dişînin cihên din. Li nexweşaneyê makîneya Emarê tune ye û ji ber vê nexweşan dişînin Mêrdîn û bajarên din. Jinek bi navê E. wiha got: “Ez ji sibehê de di dorê de me ku dor bê min fîşê bigirim. Doktor dibêje alavên pêwist tune ye. Li navçeyek ku 120 hezar nifûsa wê heye, makîneyek emarê tune ye. Beşa lezgîn dixebite lê doktor tune ye.”
 
Doktor jî bertek nîşan didin
 
Tiştên ku doktor û xebatên nexweşxaneyê anî ziman jî wiha ne: “Me berê bi dehan carî pisporê nexweşiya jinan xwest. Niha yek doktorek nexweşiya jinan heye. Ew jî têr nake. Piranî nexweş şûnde diçin. Ne doktor ne alavan dişînin. Me bi dehan carî serlêdan kir.”