‘Ji ber polîtîkayên şaş nexweşiya şarbonê niha di rojevê de ye’

  • 09:11 20 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
AMED- Endama SES’ê Gulhan Tekîn diyar kir ku nexweşiya şarbonê qedera welatên ku hilberîna xwe nakin e û wiha got: “Ji ber Tirkiye girêdayî derve ye û ji ber polîtîkayên tedbîra çandinî û sewalkariyê tune ev nexweşî niha di rojevê de ye.”
 
Li Enqereyê beriya Cejna Qurbanê ji aliyê Saziya Şîr û Goşt ve 3 hezar û 959 pez ku ji Brezîlyayê hatibû, firotin. Piştre li herêmên cuda yên Sîncanê sewal hatin serjêkirin û di 28’ê Tebaxê de 50 pez ji ber şarbonê mirin. Piştre nexweşiya şarbonê ya bi sewalên îthal re hat dîtin, li herêmê belav bû. Nexweşî herî dawî li Stenbolê hat dîtin. Li Enqere, Sêwas,Qeyserî û Bedlîsê û herî dawî jî li Colemêrgê hat dîtin. herwiha ev nexweşî di heman demê de bi gelek kesî re jî hat dîtin. Sekretera aborî ya SES'a Amedê Gulhan Tekîn wek çareserî got divê piştgirî ji bo cotkaran bê dayîn û îthalkirina sewalan bê sekinandin.
 
‘Şarbon qedera kesên piştgiriyê nadin hilberîna hundir e’
 
Gulhanê di axaftina xwe de daxuyakirin ku şarbon ne nexweşiyek ku li herêmê tê dîtinê ye û got ev nexweşî bi sewalên ku cotkar bixwe sewalên xwe xwedî dikin re nayê dîtin. Gultanê got nexweşiya şarbonê beriya cejna qurbanê piştî îthalkirin sewalên ji derve hatine derketiye holê û got: “Şarbon qedera kesên piştgiriyê nadin hilberîna hundire. Dewletê sewalkarî û çandinî aniye asta tunebûnê. Daristanên me beyî hincet tên şewitandin. Dewlet bi hinceta erzan tîne, ji derve sewalan tîne lê hewcedariya vî welatî bi îthalkirinê tune.”
 
‘Divê xizmetên tenduristiyê bên pêşxistin’
 
Gulhanê daxuyakirin ku yek ji sedemên ku ev nexweşî derketiye holê eve ku xizmetên tenduristiyê pêş neketiye û wiha pê de çû: “Dema şarbon nû derket, veterîner nehatin peywirdarkirin, sewal di kontrola tenduristiyê de nehat derbaskirin û mixabin îro ev pisgirêk di rojevê de ye. Em dem bi dem ji ser sendîkaya xwe pêşniyarand ikin. Divê xizmetên tenduristiyê bên pêxistin. 
 
Nîşane: vereşîn, lerzîn, emel
 
Gulhanê balkişand ser nîşaneyên nexweşiyê wû wiha gotLi ser çerm wek pizrikê tê dîtin. Taybetiya wê ev e ku êşa wê tune ye. Di pizrikê de xalek reş a mîkrofîk ava dibe. Dora wê jî hişk dibe û diwerime. Lê teşhîsa şarbona pişik û pergala mehandinê zehmet e. Bi enfeksyonek grîbal a hêsan dest pê dike û wek nexweşiya enfeksiyona pişikê didome. Ji bo vê cureyê şarbonê hewcedarî bi testên laboratuvarê heye. Nîşaneyên wê jî vereşîn û emelê bi xwîn e. Dema nîşaneyên wisa derkevin holê divê demildest biçin cem doktorekî.”