Li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn têkoşîna ji bo tenduristiyê

  • 11:05 16 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn  her dem di xizmeta gelê herêmê de ye. Bi hezaran nexweş li Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn tên muayenekirin û dermankirin. Ji nav van nexweşana zarok, jin, ciwan û yen temenbilind hene. 
 
Piştî ku Nexweşxaneya Til Temirê di 10'ê Cotmeha 2016'an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat hedefgirtin û rûxandin, Heyva Sor a Kurdistanê ji nû ve Nexweşxaneya bi navê Şehîd Lêgerîn ava kir û di 4'ê Nîsana 2018'an de hat vekirin. Pêwisîtiya gelê herêmê bi nexweşxaneyê hebû lewra niha bi hezaran gel tên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn, muayene û derman dibin. 
 
Rêvebira Hemşîreyan Şêrîn Muhemed girîngiya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn û tekôşîna ji bo tenduristiyê wiha rave kir:"Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn ji bo hemû gelê li herêmê girîng e. Her çiqas di warê pêdekirina dermanan de derfetên me kêm bin jî em têkoşîna xwe ya ji bo tenduristiyê didomînin. Tenduristiya gel ji bo me girîng e. Çimkî dema ku tenduristiya mirovan ne baş be dê ew mirov nikaribe li ser piyan bisekine. Loma em taybetmendî û girîngiyê didin tenduristiyê û em dibêjin ku em ê ji bo tenduristiya gelê xwe heta dawî têbikoşin."