Ji bo alîkariya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn banga hestiyariyê

  • 10:12 15 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn di 5'e Nîsanê de ji aliyê Heyva Sor a Kurd li Til Temirê hat vekirin. Endama Dermangeha Şehîd Lêgerîn Ayîşa Seyd anî ziman ku pêdiviyên nexweşxaneyê hene û got tenduristiya mirovan di pêşiya hemû tiştî de ye û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku alîkariyê bikin. 
 
Şervana enternasyonlîst Lêgerîn Çiya ya ji Arjantînê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû. Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn di 5'e Nîsanê de ji aliyê Heyva Sor a Kurd li Til Temirê hat vekirin. Endama Dermangeha Şehîd Lêgerîn Ayîşa Seyd bi lêv kir ku li nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn kêmasiya dermanan û alavên tibî hene û got:"Li cîhanê hemû mirov divê xwedi mafê tenduristiyê bin. Divê ji bo tenduristiya hemû mirovên li cîhanê em tev bigerin. Loma em banga hestiyariyê dikin ku di warê kêmasiyên li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hemû kes hesas tev bigerin."
 
Ayîşa Seyd da zanîn ku ew girîngiyê didin tenduristiya hemû zindiyan û wiha got:"Ji ber kêmasiyên hinek alavên tibî û dermanan, nexweşên ku tên nexweşxaneyê mexdûr dibin. Ji ber ku hinek derman nayên peydakirin dikevin nava rewşeke dijwar. Hinek dermanên zarokan û dermanê penceşêrê jî nayên peydakirin. Hinek caran em mecbûr dimînin ku hinek nexweşan rakin nexweşxaneyên Serêkanî, Qamişlo yan jî Hesekê. Ji ber ku tenduristî xalek girîng e divê li gor vê yekê hemû kes bi awayekî hestiyar nêzî vê yekê bibin."
 
'Divê ji bo tenduristiya hemû mirovên li cîhanê em tev bigerin'
 
Ayîşayê destnîşan kir ku ji bo nexweş mexdûr nebin ew di nava hewldanek mezin de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo nexweşên ku tên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn em di nava tevgerek mezin de ne. Lê ji ber hinek derfetên kêm em jî û nexweş jî dikevin nava rewşek dijwar. Pêdiviyên nexweşxaneyê hene. Ji ber ku tenduristiya mirovan di pêşiya hemû tiştî de ye loma em  banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku alîkariyê bikin. Li cîhanê hemû mirov divê xwedi mafê tenduristiyê bin. Divê ji bo tenduristiya hemû mirovên li cîhanê em tev bigerin. Loma em banga hestiyariyê dikin ku di warê kêmasiyên li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn hemû kes hesas tev bigerin."