Wezareta Tenduristiyê têkildarî Şarbonê agahî neda TTB’ê

  • 14:56 13 Îlon 2018
  • Tenduristî/Werzîş
ENQERE - Derket holê ku Wezareta Tenduristiyê têkildarî bûyera nexweşiya Şarbonê heta niha agahî nedaye Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB). Endamê Konseya Navendî ya Giştî ya TTB'ê Sinan Adiyaman, diyar kir ku wezaretê daxwazên wan ên hevdîtinê jî bê bersîv hiştine. 
 
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), tekildarî nexweşiya Şarbonê li salona civînê ya TTB'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor û Prof. Sinan Adiyaman, Hevserokê SES'ê Îbrahim Kara û Sekretera Giştî ya SES'ê Pinar Îçel, Serokê Yekîtiya Hekîmên Diranan ên Tirk Îlker Cebecî û Sekreterê Giştî Neslihan Sevim amade bûn. Beriya daxuyaniya hevpar bixwînin. Endamê Konseya Navendî ya Giştî ya TTB'ê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, agahiyên girîng dan. Adiyaman, anî ziman ku têkildarî nexweşiya Şarbonê gelek caran xwestin bi Wezareta Tenduristiyê re hevdîtin bikin, lê wezaretê daxwaza wan bê bersîv hiştiye. 
 
Piştre li ser navê saziyan Neslihan Sevim daxuyaniya hevpar xwend. Neslîhanê, anî ziman ku divê dewlet mafê zexîreyên bi tenduristî û ewle mîsoger bike û wiha got: "Agahiya goştê şarbon ê piştî cejnê li welat belav bû em hemû xistine nava fikarên mezin. Rayedaran der barê goştê hatiye îthalkirin, hêjmara sewalên hatine îthalkirin, cihê ku ev sewal lê hatine firotin û teşhîsa şarbonê bi raya giştî re parve nekiriye. Divê der barê vê rewşê de agahî bi welatiyan û cemaweriyê re bê parvekirin. Me tevan dixe nava fikaran. Li gori rastkirina zagonan a 28'ê Nîsana 2018'an venêrtina hekîm û bêtaran a mecbûrî ku di bin kontrola Wezareta Tenduristiyê de pêk bê hatiye rakirin û li şûna wan ev venêrtin dane endezyarê çandiniyê û endezyarên daristanê. Bi vê yekê  komên pîşeyî yên ku nexweşiyan nas dikin bêtar û zooteknist ji venêrtinê dûr xistine. Ji ber vê pekanînê venêrtina Şarbonê nehatiye kirin. Ji ber venêrtinek tune û agahî nayê dayîn nexweşiya Şarbonê li nava mirovan û civakê belav dibe." 
 
Neslîhanê, da zanîn ku di îthala sewalên sindî de gelek nexweşî belav dibe û ji ber di şert û mercên pir xerab de sewalên zindî îthal dikin gelek nexweşiyên din bi xwe re tînin. Sevîm, anî ziman ku heta niha bi şewba gayê har, zimane şîn, pasterollozê re rû bi rû mane û wiha got: "Ev sewal îmha kirin an jî bi mirovan dan xwarin ne diyar e. Der barê vê yekê de tu agahî nedan mirovan. Lêkolînên hatine kirin heta niha bi raya giştî re nahatiye parvekirin. Divê der barê vê nexweşiye û rewşa wê de bi gel re agahîbên parvekirin.  Divê wezaret piştgiriyê bide xwedîkirina sewalan û piştgiriyê bidin rençberan. Divê destê îthalata derve qut bike û êdî em bi xwe hilberîna xwe xurt bikin. Divê zexîre û goşt bê venêrtin. Divê encama lêpirsînê û lêkolînê bi raya giştî re bê parvekirin. Divê kesên li dijî pîvan û zagonan hilberînê dikin bên cezakirin. Divê kesên pispor û zana venêrtina zexire û xwarinê bikin. Divê hemû sewalên xwarinê û xwedîkirinê di kontrola bêtar re derbas bibin. Divê bazirganî û kirîna sewalan a Brezilya bê rawestandin û bê venêrtin. Divê dewlet zexîre û xwarina ewle mîsoger bike û venêrtina wê bike û bi raya giştî re parve bike.