Li êşa movikan a zarokan baldar bin: Teşîsa zû û dermankirin girînge

  • 09:05 6 Tîrmeh 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN -Doç Dr. Betul Sozerî diyar kir ku divê romatîzmaya zarokan cidî bê girtin û got ger di dema xwe de neyê dermankirin wê rê li ber xerabûna movikan a demdirêj vebike.
 
Nexweşiyên romatîzmal ku ji ber iltihaba movîk û organên hundir pêş dikeve, ne tenê bi mezinan re bi zarokan re jî tê dîtin. Nexweşiyên romatolojîk yên di dema zarokatiyê de dest pê dikin ger zû neyê dermankirin wê her tim rê li ber xerabûna movikan vekin.  Endama Komeleya Romatolojiya Zarokan û Endama Hîndekariya Romatolojî ya Pedîyatrîk ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Umraniyê û Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê Betul Sozerî der barê nexweşiyê de agahî da.
 
Betul Sozerî destnîşan kir ku romatîzmaya zarokatiyê (juvenîl îdîopatîk artrît) nexweşiyek kronîk ya dibe sedema hişkbûn, tevizîn û werimîna movikan û wiha got: “Romatîzmaya zarokatiyê bi her zarokî re rê li ber gazincên cuda vedike. Ji sivikbûnê ber bi giranbûnê ve cudahiya cureyan heye.  Ger ev nexweşî di temenê zû de neyê dermankirin û teşîskirin rê li ber gelek tiştên din vedike. Ger neyê kontrolkirin dikare mezin bibe.”