Ji bo pençeşêra memikan piştgiriya derûnî

  • 09:04 5 Tîrmeh 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi kampanyaya ji bo nexweşên pençeşêra memikan a metastatîk re wê piştigiriya derûnî ji bo jinan bê dayîn.
 
Ji aliyê Komeleya Onkolojiya Tibî ya Turk (TTOD), Komeleya Nexweşan a Europa Donna û Onkolojiya Pfîzer ve ‘Projeya Piştgiriya Psîkolojîk a Nexweş û Cudabûna Pençeşêra Memikan a Metastatîk’ hat destpêkirin û bi vê re wê nexweş ji derûnnasê pispor piştgiriyê bigirin. Ev xebata ku jin wê di asta pêşketî a nexweşiyê de jê fêdeyê bigire, wek cihê pîlot li Stenbolê ket meriyetê.
 
‘Bi dermankirinan pêşketin tê bidestxistin’
 
Serokê TTOD’ê Prof. Dr.  Mahmut Gumuş  diyar kir ku pençeşêra memikan cureyê herî zêde bi jinan re tê dîtinê ye û got li klînîkên onkolojiya tibî ji sedî 20-25’ê nexweşan nexweşên pençeşêra memikan e û wiha got: “Her sal ji 100 hezar kesî 40 heb teşhîsa pençeşêra memikan lê tê kirin.  Ji sedî 10-15 di destpêkê de wek metastatîk serî lê didin. Bi pêşketina cudabûnê re û rêbazên lêkolînê re ji sedî 85 nexweşên me zû dikarin teşhîs bikin. Tenê ji sedî 15 di dema metastatîk de tên. 15-20 sal berê ev ji sedî 30-40 bû. Ev pêşketinek baş e. Dema em dibêjin pençeşêra memikan a metastatîk em behsa nexweşiya kronîk dikin. 
 
Agahiyên ragihandinê
 
Ji bo ji derûnasên pispor randevu bê girtin nexweş dikarin li hejmara ‘0530 969 39 33’  bigerin. Nexweş heta 5 seansan dikarin bê pere hevdîtinê bikin.