Li tevizîna dest û lingan baldar bin

  • 09:11 14 Hezîran 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN - TTR-FAP ku nexweşiyek genetîk e û kêm tê dîtin, her ku pêş dikeve dibe sedema windabûna fonksiyonên meşandinê. Her wiha tevizandina dest û lingan jî dibe ku yek ji nîşaneyên nexweşiyê be.
 
Li Tirkiyeyê  tê gotin ku 6-7 mîlyon kes bi nexweşiyên kêm tê dîtin dikevin. Yek ji nexweşiyên genetîk  TTR-FAP e û ew jî kêm tê dîtin. Endama Hîndekariya Beşa Zanistî ya Norolojiyê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Hacettepe, Moderatora Koma Xebata Nexweşiyên Noromuskuler a Komeleya NorolojiyaTirk Prof. Dr. Sevîm Ozdamar diyar kir ku nexweşiya TTR-FAP di encama xerabûna genetîk a proteîna bi navê transtîretîn dertê holê. Sevîmê bi lêv kir ku ev xerabûn di beden de kom dibe û dibe sedema nexweşiyê, çav, dil, gurçik, dil jî têde gelek organ bi bandor dibin.
 
Di temenê 50’î de tê dîtin
 
Sevîmê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku nîşaneya nexweşiya bi giştî di navbera 30-50’yî de tê dîtin û wiha pê de çû: “Nexweşî bi taybet ji riyên genetîk ya tê ya jî ji bav tê girtin. Lê carna bi dê û bav re nîşane nayên dîtin an jî yekem car bi kes re tê destpêkirinê. Li welatê me hejmara nexweşên TTR-FAP kêm in û di welatên me yên cîran re zêde tên dîtin.”
 
Li tevizandina dest û lingan baldar bin
 
Sevînê derbarê nîşaneyên nexweşiyê de jî agahî da û ev tişt got: “Nîşaneyên herî zêde tên dîtin di dil û pergala sînîr de tê dîtin. Nîşaneyên pergala sînîr jî bi xwe tevizandina dest û lingan û bêhêziyê nîşan dide. Her wiha ji bo teşhîsê jî testa genetîk divê pêk bê.”