Li dijî Hîpertansiyonê li xwarina xwe baldar bin

  • 09:07 20 Gulan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN- Prof. Dr. Kerîm Guler der barê nexweşiya Hîpertansiyonê de ku li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe de agahî da û di mijara xwarinê de hişyariyên girîng kirin.
 
Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê a Cihanê ji ber hîpertansiyon û nexweşiyên ku dibe sedema wê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin bidin wê ji sala 2020’an derkeve 23.4 mîlyonî.  Li Tirkiyeyê jî di ser temenê 40’î re ji du kesan yek nexweşê hîpertansiyonê ye û bi giştî 15 mîlyon nexweşên hîpertansiyonê hene. Ji ber qelewbûnê li Tirkiyeyê bi jinan re zêdetir hîpertansiyon tê dîtin.
 
Serokê Komeleya Pisporiya Nexweşiyên Hundir a Turk û Endamê Hînderkariya Beşa Zansita Nexweşiyên Hundir a Fakulteya Tipê ya Stenbolê Prof. Dr. Kerîm Guler  der barê hîpertansiyonê de axivî.
 
‘Gelek bandorên wê hene’
 
Kerîm da zanîn ku nîşaneyên hîpertansiyonê êşa serî, gêja serî, sorbûna rû, avêtina dil, westandin û got ew gelek kêfxweşin ku ev nîşane tên dîtin ji ber ku nexweş zû  famm dikin ku hîpertansiyona wan heye. Kerîm got carna di malbatê de gelek kes nexweşên hîpertansiyonê ne û ev jî ji xwarinên ku dixin diqewime.
 
‘Kujerê bêdeng’
 
Kerîm daxuyakirin ku cureyên hîpertansiyona ku nîşaneyên wê tune jî hene û wih agot: “Tansiyona bilind çêdibe lê nexweş gazincan nake. Ev ji vê cureyê hîpertansiyonê re dibêjin ‘kujerê bêdeng’.  Ji ber agahiya nexweş jê tune ye.”
 
Kerîm destnîşan kir ku li Tirkiyeyê nexweşiya hîpertansiyonê cidî nayê girtin û li gorî welatên din dermankirina vê nexweşiyê gelek kêm e. Kerîm got hîpertansiyon dil jî mezin dike û got bi giştî dema teşîsa nexweşiyê tê danîn gelek dereng tê mayîn. Kerîm got divê nexweş li hewaya germ û cemidî baldar bin û her wiha mijara bikaranîna xwê û rûn de jî hişyarî kir .