‘Divê nexweşên KOAH’ê derziyên zatureyê piştguh nekin’

  • 09:32 29 Nîsan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Cîhan û Tirkiyeyê ji her 5 kesî yek bi nexweşiya KOAH’yê dikeve. Pispor diyar dikin ku  rîska nexweşan a bi zatureyê bikevin gelek zêde ye û zature encamên neyînî li ser van nexweşxan dihêle. Her wiha pispar diyar dikin ku divê nexweşên KOAH’yê derziyên zatureyê piştguh nekin.
 
Bi hewldana Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hefteya Aşiyê ya Cîhanê di navbera 24-30’ê Nîsanê de pêk tê. Bi vê tê armanckirin ku bi aşiyan civak ji nexweşiyan bê parastin. Nexweşiya Pişikê ya Obstruktîf a Kronîk (KOAH) bi texrîbata li ser pişikê dike nexweş li dijî vîrusan bê bandor dimînin. Pispor diyar dikin ku divê aşiya zatureyê ji bo nexweşên KOAH’ê pir girîng e.
Pispor diyar dikin ku  yek ji sedema herî girîng a nexweşiya KOAH’yê  kişandina madeyên tutunê  ya aktîv û pasîfe û got madeya din ya KOAH’yê pir zêde bi bandor dike dumana komir û sotemeniyên din e.
 
‘Teşîsa zû girînge’
 
Pispor balê dikşînin ser bandora nexweşiyê û wiha dibêjin: “Gazincên sereke, pirsgirêkên bîhndanê, koxik û  belxem e. Ev koxik kronîk e.  Koxikên sê hefteyan zêdetir bidomin ev bi guman e. Ger nexweşiya KOAH’ê zû neyê teşîskirin û mudaxalekirin wê  pêş bikeve.”
 
Pisporan daxuyakirin ku li cîhan û Tirkiyeyê ji her 5 kesî yek bi KOAH’ê dikeve û der barê dermankirina nexweşiyê de jî wiha got: “Ewil divê tişta dibe sedema nexweşiyê bê rakirin.  Mînak yê cîgarê dikşînin divê berdin. Kişandina pasîf jî girînge. Divê dermanên bîhna mirovan vedike bên bikaranîn. Ev nexweşî xesarek mezin li ser pişikê dike. rîska zatureyê mezin dike. ji ber vê divê derziya zatureyê bê kirin.”