Kedkarên Tendûristiyê:Li dijî pêvajoya şerê faşîzane li qada mitîngê bin

  • 09:15 26 Nîsan 2018
  • Tenduristî/Werzîş
Rojda Aydin
 
AMED- Kedkarên Tendûristiyê derbarê 1’ê Gûlanê de axivîn û gotin ku di 1’ê Gûlanê Cejna Kedkaran de bang li hemû kesên hatine îxrackirin dikin ku li dijî kedxwariya kedê li qadan bin.  
 
Komîteya Amadekar a 1’ê Gûlanê ya Amedê ku ji DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê pêk tê wê di 1’ê Gûlanê de li Qada Îstasyonê Mîtînga 1'ê Gulanê li dar bixe. Kedkarên Tendûristiyê di derbarê 1’ê Gûlanê de axivîn û gotin ku di 1’ê Gûlanê Cejna Kedkaran de bang li hemû kesên hatine îxrackirin dikin ku li dijî kedxwariya kedê li qadan bin.
 
Endama Komîteya Rêvebiriya SES’ê ya Amdedê Gûlhan Tekîn got ku wekî her sal wê îsal jî li dijî OHAL û KHK’yan li qadan  bin û wiha got: “AKP’ê di serdema îktîdara xwe de tim li dijî tendûristiyê hilweşînekîaniye. Em wek SES'ê ji bo polîtîqaya xwe ya tendûristiyê aşkera bikin, di 1’ê Gûlanê de ji bo cihanê bigûherînin em ê dengê xwe bilind bikin û li qadan bin. Em ê di 1’ê Gûlanê de bi taybetî bi nasnameya xwe ya jinê tevlî mitîngê bibin û qada mitîngê tijî bikin. Ji ber ku li her derê keda jinê tê tune kirin. Em ê hem bi nasnameya xwe ya jinê û hem jî nasnameya xwe ya kedkariya tendûristiyê tevlî bibin. Em ê hêza xwe nîşanî serdestan bidin.”
 
‘Em ê bi coşeke mezin mîtînga xwe li dar bixin’
 
Sekretera Jin a SES’ê û Endama Komîteya Amadekar a 1’ê Gûlanê Rozarîn Çatak jî bi lêv kir ku xebatên wan ên ji bo 1’ê Gûlanê berdewam dikin û wiha bi lêv kir: “Xebatên me yên 1’ê Gûlanê ne bi tenê rêxistinên kedkaran sînordarin her wiha em dikevin nava gel û bang li gel jî dikin. Bi rêxistinên civakî yên Amedê, komeleyan û partiyên siyasî re  me hevdîtinan pêk anîn. Me îlanên xwe yên 1’ê Gûlanê bi KESK’ DÎSK, TMMOB û TTB’ê re amade kir. Di dema xebatan de jî me bi piranî jin û ciwan tevli kirin.  Di vê 1’ê Gûlanê de em dikevin  nava liv û tevgera  ‘hilbijartina pêşwext’ û  hem jî em bi OHAL, KHK, tunekirina kedê re rûbirû ne û hemû dînamîkên civakî di nava qirqirinekî de derbas dibin. Lê ez hêvî dikim ku em ê bi coş û girseyeke mezin mîtînga xwe li dar bixin.” 
 
‘Pêvajo ji bo faşîtan hêsantir e’
 
Rozerîn di berdewama axaftina xwe de got ku bi taybetî di vê 1’ê Gûlanê de wê jin bibin rengê mitîngê: “Ji ber ku jin betal  hatin hîştin, polîtîqayên cudakariyê pêvajo ji bo faşîstan hêsantir kiriye. Gelek jin di vê heremê de ji aliyê dewletê ber bi fihûşê ve hatin birin. Bi polîtîqayên qirêj  rê pêşiya jinan hate girtin. Li dijî van êrîşan em jî mal bi mal, kolan bi kolan digerin û bang li jinan dikin ku tevlî mîtînga 1’ê Gûlanê qada têkoşîn û kedê bibin.”
 
‘Ev hemû encma şerê faşîzan in’
 
Rozerîn di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Ger mirov pêvajoyên derbas bûyî û pêvajoya niha bide ber hev tabloyeke wiha dertikeve pêşiya me; di pêvajoya derbasbûyî de li dijî tunekirina kedê, qirkirina jinan, îstîsmara  zarokan gelek zêde hebû. Lê di vê pêvajoyê de zêdetir bûye. Îstîsmara li dijî zarokan ji sedî 700 zêde bûye, kuştina jinan, tacîz û tecawiz jî ji sedî 700 gelek zêde bûye. Her wiha dîsa di vê demê de hejmara betal hiştina jinan gelek zêde bûye. Ev yek jî tê wê wateyê ku ev hemû ji ber pêvajoya şerê faşîzan pêk tên. Her wiha îktîdar bi OHAL’ê re bi hezaran kedkarên gelemperiyê ji kar derxistin, bi hezaran kedkar di bin navê lêpirsîna ewlehiyê ji kar hatin dûrxistin û dixwazin saziyan bikin qadên faşîstan. Lê belê jin, kedkar, ciwan û hemû dînamîkên civakê wê rê nedin faşîzmê û rê nedin ku saziyan têxin cihên faşîstan.”
 
‘1’ê Gûlanê ya me ye’
 
Rozerînê da zanînin ku wê jin bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan e, Jiyanê Nekûje”, “Fitrata me de Têkoşîn heye”, “Keda me, Laşê me û Nasnameya me ye”, “Em tektîp nînin, pirr rengin”, “Wê bihar û azadiyê jin bîne” li qada mitîngê 1'ê Gulanê  bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû jinan, ciwanan û civakan dikin ku tevlî mîtîngê bibin. 1’ê Gûlanê ya me ye.”